Kurdistan bi yek deng: Rojava ne bi tenê ye
Bi çalakiyên ku li gelek bajarên Kurdistanê hatin lidarxistin re, bertek nîşanî êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên bi piştgiriya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate nîşan dan.
Navenda Nûçeyan- Platforma Saziyên Demokratîk, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi meş û mîtîngan êrişên çeteyên HTŞ'ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir. Di çalakiyan de piştgirî ji banga seferberiyê re hate dayin.
Dêrsim
Platforma Ked û Demokratiyê ya Dêrsimê li dijî êrişên çeteyên girêdayî HTŞ'ê û Tirkiyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Gelê Rojava ne bi tenê ye, Rojava bi berxwedan û azadiyê dijî, teslîm nayê girtin” hat vekirin. Di daxuyaniyê de Hevserokê Platforma Ked û Demokrasiyê Ozcan Ateş û Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordû axivîn.
Ayten Kordû, bal kişand ser dîroka komkujiya Dêrsimê û wiha got: “Em feraseta DAIŞ'ê di komkujiya Dêrsimê de nas dikin. Feraseta komkujiya Dêrsimê niha jî berdewam dike.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrişên ser gelê Kurd û gelê li herêmê xeteriyeke mezin e û wiha hat gotin “Hêzên navneteweyî jî perçeyê van êrişan in. Gelê Dêrsimê bi Rojavayê re ye. Êrişên li dijî gelê Rojavayê bidin sekinandin.”
Çewlîg
Li Çewlîgê di meşê de pankarta bi nivîsa "Rojava nikare bê teslîmgirtin" hate hildan û di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" hatin qîrîn. Li Qada Bajêr daxuyaniyek hate dayin û ji bo rawestandina êrişan bang hate kriin.
Li navçeya Bismil a Amedê jî li Qada Bajêr daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku êrişên li ser Rojava sûcê li dijî mirvoahiyê ye, gelê Kurd ê Rojava jî çepera berxwedan û rûmetê ye.
Amed
Li navçeya Bismil a Amedê jî li Qada Bajêr daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku êrişên li ser Rojava sûcê li dijî mirvoahiyê ye, gelê Kurd ê Rojava jî çepera berxwedan û rûmetê ye.
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.