Foza Yûsif: Hîna tiştek ne diyar e, em helweta xwe lawaz nekin
Endama Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif, bi peyamekê hişyarî da û got “Her çi qas agirbest hatiye îlankirin jî lê hîn jî tiştek ne diyar e ka wê desthilata Şamê pabend be yan na… Helwesta xwe lawaz nekin.”
Navenda Nûçeyan- Endama Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif, li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek weşand.
Peyama Foza Yusif wiha ye:
“Ji bo gelê me yê bi rûmet,
Her çiqasî agirbest hatibe îlankirin jî lê hîna jî tiştek nediyare ka wê desthilata Şamê li gorî agirbestê tev bigere yan na? Lewra divê em çalakiyên xwe sist nekin û helwesta xwe lewaz nekin. Divê hemû gelê me li ser piyan be.”