Kampanya Azadî ji bo Werîşe Muradî: Em der barê rewşa girtiyan de bi fikar in

Kampanyaya Azadî ji bo Werîşe Muradî, balkişand ser şertên xirab ên Girtîgeha Qerçakê li Varemînê û got:“Em derbarê Werîşe Muradî û rewşa girtiyan de bi fikar in. Rayaderên Komara Îslamî ji jiyana girtiyan berpirsyar digrin.”

Navenda Nûçeyan – Kampanyaya ‘Azadî ji bo Werîşe Muradî’, bi daxuyaniyek fikarên xwe yên têkildarî rewşa girtiyên siyasî yên piştî êrîşa Îsraîlê ya li ser girtîgeha Evînê, ji bo Girtîgeha Qerçakê a li Varemînê hate veguhestin anî ziman. Kampanyayê ragihan ku ji wan re agahî hatiye dayîn ku girtiyên ji Girtîgeha Qerçakê hatine veguhestin, li odeyên karantînayê dimînin û xwe gîhandina xwarin, ava vexwarinê an jî xizmeten bijîşkî yên asgarî, tuneye. Her wiha kampanyayê, diyar kir ku gelek girtiyan di dema veguhestina tund de derfeta birîna derman û eşyayên xwe yên taybet nedîtine.

Nezelaliya rewşa girtiyên li Girtîgeha Qerçakê didome

Daxuyaniya Kampanya Azadî ji bo Werîşe Muradî ya der barê rewşa girtiyan de wiha ye: “Mafê xwegihandina xwarin, ava vexwarê û xizmetên tenduristiyê ya girtiyên ji Girtîgeha Evînê sewqî qawîşa jinan a ji Girtîgeha Qerçaxê hatin kirin, tê astengkirin û li odayên karantînayê tên girtin. Gelek girtiyan di dema veguhestina tund de derfeta birina derman û eşyayên xwe yên taybet nedîtin. Ji hin girtiyan ku girtiya siyasî Werîşe Muradî ya mehkûmê cezayê darvekirinê hatiye kirin jî di nav de, beriya niha li Girtîgeha Evînê ji xizmetên tenduristî yên cidî bêpar hatiye hiştin û tevî pêşniyarên tund ên bijîşkan jî, veguhestina wan a ji bo navendên bijîşkî yên li derveyî girtîgehê hat astengkirin.

‘Em rayaderên Komara Îslamî ya Îranê ji jiyana girtiyan berpirsyar digrin’

Rewşa hêyî ya li Girtîgeha Qerçaxê, ji şert û mercên Girtîgeha Evînê pir zehmetir û girantir e; girtî ji mafên mirovan ên herî bingehîn yên mîna xwegihandina ava vexwarinê ya ewle û nivînekî ya razandinê bêpar tên hiştin. Em bi taybetî Werîşe Muradî der barê rewşa girtiyan de fikarên xwe yên cidî tînin ziman û em rayaderên Komara Îslamî ya Îranê ji jiyana girtiyan û encamên şert û mercên derveyî mirovî berpirsyar digrin. Em bang li gel, raya giştî, civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku zext li hikûmeta Îranê bikin ku demildest rewşa girtiyan bigre dest û daxwaza berdana girtiyan ya bêyî şert û merc bike.”