Jiyana girtiyên di girtîgehên Îranê de di xeteriyê de ne

Weqfa Nêrgiz Mihemedî a girtiya siyasî û çalakvana mafên mirovan îro derbarê rewşa girtiyên di girtîgehên Îranê de daxuyaniyek weşand.

Navenda Nûçeyan – Weqfa Nêrgiz Mihemedî ragihand ku ewlehiya girtiyên li girtîgehên Îranê dibin xeteriyê de ye. Darvekirina girtiyan bi dizî tê kirin. Lewra bang li NY’ê û Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor hate kirin.

 Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Şerê di navbera Îran, Îsraîl û DYA’yê de, ji zarokan bigire heta girtiyan li ser sivîlan bûye metirsiyeke mezin. Bombebaranên li nêzî Girtîgehên Evîn û Zencanê jî bûne sedema fikarên kûr. Ji ber ku van êrişên leşkerî jiyana bi hezaran girtiyan xistiye metirsiyê de.”

Daxuyanî balkîşand li ser bikar anîna şer ya rejîma Îranê da ku li hember girtiyên siyasî tundûtijiyê zêde bike. Berdewama daxuyaniyê bi vê awayî ye: “Nebûna şefafiyetê di pergala girtîgehan de hîn jî gefek xeternake. Girtîgeh hilweşiyaye û gardiyanan derî girtine, gihiştina pêdiviyên bingehîn hatiye astengkirin.”

Daxuyanî baldikşîne li ser ewlehî, jiyan û  tendûristiya girtiyan û dibêje: “Girtiyên li Girtîgeha Qezihesarî ya Kerec û girtîgehên Lakanî Reşt bi kêmbûna xwarinê, girtina embar û xizmetên bijîşkî re rûbirû ne. Her wiha fikar li ser astengkirina înternetê û bi dizî bicîhanîna cezayê darvekirinê hene.”

Di dawiya daxuyanî de banga lêzgîn li Netewên Yekbûyî, Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor û Bijîşkên Bêsînor hate kirin û daxwaza bicîhanîna demildest ya protokolên ewlehiyê hate kirin.”