Komcivîna Yekîtiya Jinên Kurd li Amedê tê li darxistin
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, li Amedê li hev kom bûn. Komcivîn bi banga jinên ji çar aliyên Kurdistanê ya piştevanî û têkoşînê didome.
Amed- Jinên Kurd, ji bo li dijî zext û şerên li Rojhilata Navîn peyama yekîtiyê bibin li Amedê li hev kom bûn. Komcivîna ku Platforma Yekîtiya Jinên Kurd,li darxistî de, banga jinên ji çar aliyên Kurdistanê ya piştevanî û têkoşînê derket pêş. Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser girîngiya rola pêşeng a jinê li her qadên jiyanê vegerandine yekîtiyê.
Komcivîna ku bi şîara “Bi pêşengî û yekîtiya jinên kurd ber bi avakirina yekîtiya neteweyî ve” li eywana Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO’) hate li dar xist. Gelek siyasetmedarên jin bi cil û bergên xwe yên kurdî tevlî komcivînê bûn. Di eywanê de pankartên “Bi rihê yekîtiyê bi pêşengiya jinê, ber bi kongreya neteweyî ve” û “Niha dema jinê ye! Jin yekîtiya neteweyî re pêşengitiyê dike” hat daliqandin. Komcivînê bi axaftinan destpê kir.
Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd û Endama dîwanê Salîha Ayata axivî û ev tişt anî ziman: “Li Rojhilata Navîn dizaynek nû pêk hat. Şerek heye û ev şer bi awayek ber bi çav tam li hember me pêk tê. Lê îro şer hatiye ber derî. Serdest çi dixwazin? Dixwazin dizaynek nû bêyî Kurdan ava bikin. Ji ber vê yekê êrîşek mezin li ser jinên kurd tê meşandin. Li çar parçeyan şerek dijwar tê meşandin. Li Rojava me dît ku şerekî çawa hat meşandin. Êrîşên li ser Rojava li ser azadî û destkeftiyên jinan bûn. Bi tifaqa jinên Kurd û yên dîyasporayê ev destkeftiyên jinan hatin parastin. Ji ber vê yekê Rojava îro rewşa xwe guherand. Îro li rojhilat şerek mezin heye. Bandorek mezin li ser jinên kurd dike. Bi rêya yekgirtin û tifaqê dikare encam bê girtin. Em jinên Kurd dikarin çi bikin? Li dijî şerê mêr jin dikarin çi bikin? Li ser vê yekê divê em bisekinin. Îro têkoşîna jinên cîhanê hatiye astek gelek mezin. Ev yek bi tifaq û yekîtiya jinan pêk hat. Li hember fikr û tiştên neyînî em dikarin bi hev re bibin yek deng.”
‘Bi yekîtiya xwe em pilanên qirêj vale derbixin’
Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî û diyar kir ku ji bo yekîtiyê îro wek jinên kurd hatine gel hev û got: “Derdê me yê herî mezin ew e ku me hîn yekîtiya xwe ava nekiriye. Ji ber vê yekê ji bo em nexşereyek amade bikin ligel hev in. Dema me dest bi vê xebatê kir di demek kurt de me destpê kir. Ji rojava heta rojhilat, ji rojhilat heta başûr me xwest em dengê xwe bigihînin hemû derê. 30 hevalên başûr jî dixwestin bên, lê ji ber aloziyên Îranê nekaribûn bên. Beriya sed salan nikaribûne ji ber berjewandiyên malbatî û desthilkatdariyê yekîtiya xwe ava bikin. Hertim şer hatiye meşandin. Gelê Kurd êdî yekîtiyek xurt dixwaze. Ger ku me yekîtiya xwe ava bikira dê ev qas bi ser me ve nekaribûna bihatana. Dema em berê xwe didin Rojava em dibînin jiyanek çawa wekhev ava kirine û rêya sêyemîn li wê derê hatiye avakirin. Lê piştî 14 salan dîsa êrîşî Rojava hat kirin û li dijî van êrîşan gelê Kurd daket qadan û got ‘Yek e yek e, gelê Kurd yek e.’ Ligel kuştin, bişaftin û berdelên mezin û giran, berxwedana 50 salan ji hemû cihanê re bûye mînak. Divê em girêdayî van bedelan bimînin û yekîtiya xwe ava bikin. Divê em bi yekîtiya xwe van êrîşan bidin sekinandin. Dema êrîşê Rojava hat kirin ezmûnek derket pêşiya me. Ezmûna yekîtiyê. Lê belê divê em ligel hemû êrîşan yekîtiya xwe xurt bikin û ava bikin. Çawa êriş li ser Rojava hat kirin û planên qirêj dihatin kirin bi yekîtiyê ev yek vala hat derxistin. Plansaziyên qirêj li ser gelê Kurd tên meşandin. Lê yekîtiya me dikare vê hilweşîne.”
Banga Abdullah Ocalan
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser banga 27’ê Sibatê û wiha got: “Di 27’ê Sibatê de Birêz Abdullah Ocalan bangek kir û got ku heta civaka demokratîk neyê avakirin kes nikare bi hev re bijî. Bi vê yekê re hemû kes hatin gel hev û xebat meşandin. Ne bi tenê siyasetmedarên kurd, kesên rewşenbîr, çalakvan û kesên ku dibêjin ez kurd im û divê xebat bimeşînin. Kurd êdî ciwanên xwe bila nespêrin axê. Divê em berpirsyariya xwe baş bizanibin û li gor wê yekê tevbigherin.”
‘Divê em yekîtiyê ava bikin’
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser rola pêşeng a jinên Kurd û wiha got: “Jin ji bo yekîtiya neteweyî li çar parçeyan xebatên girîng dimeşînin. Em hatine astek jorîn, lê ev yek têr nake. Divê em jinên Kurd dengê xwe bilindtir bikin. Ne bi tene ji bo jinên kurd, ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn em li pêşiya van şeran bisekinin. Pêwîstî bi rêvebiriyek û baweriyek heye. Ev yek jî girêdayî yekîtiya neteweyî ye. Ji bo projeyên yekîtiyê em xebatên xwe dimeşînin. Ji bakur heta rojava, ji başur heta rojhilat û diyasporayê em bingeha vê yekê xurt bikin. Birîna kurd û Kurdistanê ya herî mezin yekîtiya neteweyî ye. Ji ber ne yekin ev birîn kur dibe. Em ber bi 8’ê Adarê ve diçin û li dijî jinan êrîş tên kirin. Em jî li dijî van hemû êrîşan wek platform xebatên xwe bidomînin. Em rêhevalên Sakîne Cansiz, Hevrîn Xelefan in û xebatên xwe xurt bikin. Bijî yekîtiya jinên kurd û 'Jin jiyan azadî.”
Peymanên yekîtiyê
Piştre peyama Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeynep Murat hat xwendin. Piştre peyamên 30 jinên başûr ku ji ber şerê rojhilat û pirsgirêkên derketin nehatin û Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Ewropayê hat xwendin.
Komcivîn ji çapemeniyê re girtî didome.