Suweyda di navbera agirê aloziya herêmî û êşa sivîlan de asê maye
Bilindbûna aloziyên herêmî yên di navbera Îsraîl û Îranê de, bajarê Suweyda ya Sûriyeyê kiriye navenda pevçûnekê ku ji sînorên wê jî wêdetir diçe û niştecihên wê di nav metirsiyên jiyanê de dijîn.
ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Di nava pevçûneke leşkerî ya bi lez û bez di navbera Îsraîl û Îranê de, niştecihên bajarê Suweyda ya Sûriyeyê xwe di navenda bandorên pevçûneke herêmî de dîtine ku ji sînorên wan ên erdnîgarî wêdetir diçe.
Piştî ku Îsraîlê ragihand ku wan êrîşên "pêşîlêgir" di sibeha roja 28’ê Sibatê de pêk anîne û balafirên şer ber bi Îranê ve di ezmanên bajêr de difirin, Suweyda ji perçeyên mûşekan ên ku li deverên cuda yên bajêr ketine jî xilas nebû. Di encamê de sivîl bûn qurbanî û zirarên madî çêbûn.
Êşên şer hê jî berdewam in
Qedexeya derketina derve li seranserê bajarê Suweydayê hat ragihandin û dibistan hatin girtin. Henîn Xelîfe dibêje ku dibistan beriya du mehan nû hatine vekirin û girtina wan niha ji bo zarok û ciwanan karesatek e. Henîn destnîşan dike ku di du rojên dawî de şarapnel li deverên cûda dibare, di encamê de sivîl di nav de zarokek jî, bûne qurbanî.
Henîn Xelîfe balkişand ser aliyên derûnî yên van êrîşan û wiha zêde kir: “Aliyê psîkolojîk ji windahiyên madî ne kêmtir xeternak e. Zarok ji ber rageşiya domdar û bihîstina dengê teqînan ji nexweşiyên xewê, rewşên mîzkirina bêhemdî û zehmetiyên axaftinê dikşînin. Heta dêûbav bi xwe, ji bo ku bikaribin piştgiriyê bidin zarokên xwe hewceyî piştgiriya psîkolojîk bûne.”
Tirsa bandorên ewlehiyê yên berfirehtir
Henan Şeref El-Dîn jî destnîşan kir ku cihê erdnîgarî yê Çiyayê Başan li nêzîkî Golana Sûriyê, herêmê rasterast ji bandora her gurrbûna leşkerî li herêmê re dike xeter û wiha pê de çû: “Derbasbûna mûşekan di qada hewayî ya Sûriyê re û ketina perçeyên wan di nav bajaran de binpêkirina serweriya welêt e û sivîlan dixe xetereyên cidî. Mijûlbûna aliyên herêmî bi dosyaya şer re dibe, ku rê li ber aloziyên ewlehiyê yên zêdetir li başûrê Sûriyeyê veke. Gel li benda aramiyê ne, ne li benda aloziyek nû ne.”
Samahêr El-Endarî îdîa dike ku ketina mûşekek Îranî li herêma pîşesaziyê û qurbaniyên ji vê yekê encamek xwezayî ye di çarçoveya şeran de, çi li ser asta mirovî be çi jî navneteweyî be û şerê berdewam wek "şerekî hebûnê yê ku bi zorê hatiye ferzkirin" dihesibîne. Samahêr El-Endarî gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ev pevçûn dikaribû zûtir biqewime, ji ber rola Îranê di piştgiriya hêzên çekdar ên li herêmê de. Hêvî dikin ku qonaxek nû ku tê de aramî û edalet serdest be bê avakirin. Daxwaza me ku ev şer bi aramî dawî bibe.”