Îsraîl êrişê Lûbnanê kir
Îsraîl li taxên Başûrê Beyrûtê û deverên cuda kirin hedef. Di encamê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan – Pêvçûnên siyasî û leşkerî yên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de dide diyar kirin ku qonaxek nû ya aloziyê heye. Ev yek dibe sedemên tirs û fikarên ku dibe li Lûbnanê şerekê berfirehtir bi xwe re bîne.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê îro, ragihand ku di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser taxên Başûrê Beyrûtê û Başûrê Lubnanê de herî kêm 31 kes hatine kuştin û 149 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Tendurustiyê diyar kir ku êrîşên esmanî yên Îsraîlê rasterast deverên ku gel lê jiyan dike li taxên Başûr hedef girtin. Di encamê vê êrişê de gelek kes hatine kuştin û gelek avahiyî jî hilweşiyane. Êrîşan çend bajarokên Başûr kirin armanca, di encamê de gelek birîndar û zirarên berfireh li binesaziyê çêbûne. Di encamê vê êrişê de xelkê heremê bûne koçber û bi hezaran sivîl derbasî dibistanên Beyrûtê bûn.
Êrişê Îsraîlê piştî operasyona leşkerî ya ku ji aliyê Hizbûllaha Lûbnanî ve li ser navendên parastina muşekan yê girêdayî Îsraîlê li bajarê Heyfa li Bakurê Filistinê ne pêkhat.
Hizbûlaha Lûbnanê diyar kir kû ew ev ji bo tolhildana kuştina Rêberê Îranê Elî Xumeynî bû.
Li ser vê yekê Îsraîlê jî ragihand ku wê dest bi êrîşên li ser hedefên Hizbullahê yên seranserê Lubnanê kiriye. Her wiha teqez kirin ku operasyonên wê bersivin ji bo avêtina mûşekan ji aliyê Hizbullaha Lubnanî ber bi axa Îsraîlê ve. Her wiha fermanên valakirina lezgîn ji bo zêdetirî 50’î gundên li Bakur ê Filîstinê da û ji niştecihan xwest ku 1 kîlometre dûr ber bi deverên vekirî ve biçin.
Serokê hikumeta Lubnanê jî avêtina rokêtan ji axa Lubnanê şermezar kir û operasyon wekî "bêberpirsiyar û gumanbar" bi nav kir. Destnîşan kir ku ev êrîş ji rayedarên Îsraîlê re "dibe hêcet da ku Lubnanê hilweşînin.” Her wiha got: “ Ji bo parstina welat wê hikûmet tedbîrên pêwîst bigre.”