Rojhilat: Kêfxweşiya di nava ne diyariyê de

Gelê Rojhilat, di nava na diyarî û şertên şer de, mirina dîktator bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Têkoşîn û berxwedan jî wek rêya jiyanê pênase dikin.

NIYAN MEHRPERWER

Mihabad – Piştî şerê li Îranê destpê kir, li herêmên cûda yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê atmosferek cûda ava bû. Lê belê piştî belavbûna nûçeyên mirina Elî Xamîneyî, di dilê gel de hêvî û kêfxweşiyek nû şîn bû.

Destpêkirina şer

Li gel êrîşan, ji sibeha 28’ Sibatê li ser esîmanên Rojhilat, balefirên şer û bê mirov firayan û dengê teqînan hatin bihîstin. Li gel destpêkirina teqînan li Urmiye, Îlam, Ciwanro, Kirmanşan, Bane, Kamyaran û bejarên din fikarên şer zêdetir kir. Dibistan piştî nivro ketin betlanê, îhtimala şer ji bo rêveberiyê ne rewşek ku nedihat pêşbînîkirin bû.

Derdora saet 12’ê înternet û xetên telefonê hatin qutkirin. Li hinek herêman di qenalên peykê de pirsgirêk derket, xwegihandian înternetê zor kir û xwegihandina nûçeyan jî gelek zor bû.

Li hemû bajaran rêzên dirêj en benzînê, nan çêbûn û zêdebûna daxwazên berhemên xwarinan, li gorî welatiyan, çavkaniya xwe ji bê baweriya rêveberiyê û tabloya ku bertekên civakê yê demê şerê bûrî bi bîrdixist derket holê.

Têkildarî mijarê Sumeya K ev tişt got: “Em dizanin ku di demên teng de gel ji rêveberiyê ti alîkariyekê nagre. Di nava van şeran de bihabûn û xizanî pirsgirêkek gelek mezine. Li marketan tenê berhemên bingehîn û erzan tên firotin. Gelek mirov xwarinên wek biskewît, meqerne û konservayan bi zorê dikarin bigrin. Hinek berhemên wek fêkî û sebze bihayê wê hertim tê guhertin û zêde dibe.”

Kêfxweşiya gel ya ji bo mirina dîktator

Şeva 28’ê Sibatê, li hinek bajarên Rojhilat, mînak Sine gel ji bo pîrozkirina nûçeyên mirina Rêberê Komara Îslama Îranê Elî Xamineyî bi fîşekên hewayî û govendan li kolanan kom bû. Li bajarên Mihabad, Serdeşt, Seqiz, Bokan û bajarên din bi konvoyan li bajar geriyan. Ji ber ku înternet qutbûbûn ji lewra kes nekarî kêfxweşiya gel di wan kêliyan de parve bike. Lê belê hêzên ewlehiyê mudaxeleyê van pîrozbahiyan kir û her wiha hate gotin ku dengê çekan hatine bihîstin.

Ji sibeha 1’ê Adarê ve li gelemperî Rojhilat, xwendekar li odeyên xwe yên wargehan û li bazaran mirov bi komên biçûk pîrozbahî dikir. Hinek jî îro serdana gorên kesên ku di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de jiyana xwe ji dest dane kirin.

Lê belê piştî mirina Elî Xamineyî, tevî 7 roj betlane hate îlankirin, esnaf û xebatkarên serbest ên bajarên Rojhilat rastî zextên hêzên ewlehiyê hatin. Ev hêzane dixwastin cihê wan yên kar ji destê wan bigrin. 

Ne diyarî û hêvî

Li gel mirina Xamineyî, kêfxweşiya li hemû bajar belav bûbe jî, pêşeroj hê ne diyare. Gel li aliyekê şoreşa 1979’an û ji ber nebûna demokrasiyê, zextên giran ên li Rojhilat hatî jiyîn bibîrxist, dema piştî komara Îslamê difikirin. Li aliyê din, bi temamî hilweşîna vê pergalê û bê baweriya bi DYE bi fikar dibînin. Tevî vê jî gelê Kurd bi mirina Xamineyê li cihê şînê kirasê kêfxweşiyê li xwe kirin. Ji ber bawer dikin ku berxwedan û têkoşîn jiyane û di dilê xwe de hêviyê şîn dikin.