Jinên Yemenî bi têkoşîna xwe tabuyan hildiweşînin

Jinên Yemenî ku bi wesîleya 8'ê Adarê ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku tevî zextên zihniyeta serdest a mêr jî dest ji xeyalên xwe bernadin û ji bo guhertina feraseta civakî têkoşîna xwe didomînin.

RANIYA EBDULLAH

Yemen – Jin li Yemenê demeke dirêj bi tundî, cudakarî û binpêkirinên mafên mirovan re rû bi rû mane. Bi taybetî şerê navxweyî yê berdewam rewşa jinan hîn xirabtir kir, di heman demê de newekheviya zayendî ya ku beriya şer hebû bi şer re kûrtir bû û jinan zehmetiyên cidî di gihandina xizmetên bingehîn ên wekî xwarin, stargeh, tenduristî û perwerdeyê de kişandin.

8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, ji bo hişyarkirina mafên jinan li Yemenê derfeteke girîng tê dîtin. Jinên Yemenî tevî hemû zehmetiyan jî ji bo mafên xwe têkoşîna xwe didomînin.

'Ji ber paşverûtiya civakê xeyalên me pêk nayên'

Maye El-Exberî ku xeyal dike bibe hunermendek sînemayê diyar dike ku xeyala wê pêk nehatiye û wiha dibêje: "Min ji şanoyê dest pê kir, piştre di hinek rêzefîlmên Yemenê de min dest bi lîstikvaniyê kir. Ez bi hêvî me ku xeyalên min pêk werin. Ji ber ku di qada hunerî de dixebitim ji aliyê civakê ve rastî gelek kêşe û zehmetiyan têm. Civak dibêje qey beşa ragihandin û hunerê tenê ji mêran re ye. Ev jî dibe sedem ku malbata min fikra hebûna min di nava qada hunerî de red bike."

'Tevî kêşeyên civakê ez bi îsrar bûm'

Xwendekara beşa ragihandinê Mealî Ehmed jî bal kişand ser kêşeyên ku bi wan re rûbirû dimîne û wiha got: "Herî zêde zehmetî û kêşeyên ku em pê re rûbirû dimînin, zihniyeta civakê ya paşverû ye. Bi nêrîneke biçûk li jinan dinêrin û hebûna wan di qada ragihandinê de dijberî adet û kevneşopiyên civakê dibînin. Tevî hemû astengî û zehmetiyan jî ez xwendina xwe di beşa ragihandinê de bi îsrar berdewam dikim. Hêviya min ew e ku bibim rojnamevan û nûçegihan di ajansên navneteweyî de."

'8'ê Adarê ji bo em xwe îfade bikin derfetek e'

Rojnamevan Necwa Hesen Roja Jinan a Cîhanê weke fersendek ji bo xwe îfade bikin û balê bikşînin ser kêşeyên ku jin dibînin, bi nav kir û got: "Bi boneya vê rojê em dikarin bêhtir balê bikşînin ser astengî û kêşeyên ku jin rûbirû dimînin. Xeyalên min ew in ku bibim rojnamevanek bi nav û deng di cîhana Ereb de. Li gorî civaka Yemenê jinên ku di beşa ragihandinê de cih digrin hemû pîvanên civakê binpê dikin. Ev jî dibe astengî li pêşiya jinan, nikarin xeyalên xwe pêk bînin. Her wiha dibe bend di karê min de û ez nikarim bi rehetî agahiyan bigrim. Peyama min bi boneya 8'ê Adarê ew e ku divê hemû jin li hemberî kêşeyan hebûna xwe îsbat bikin."

'Henekên xwe bi xebatên min dikirin'

Zeyneb El-Rehîdî jî ku beriya 4 salan xeyal dikir bibe wênekêşek û kongreyan û çalakiyan organîze bike dibêje: "Min hemû kêşe û zehmetiyan derbas kir. Her wiha li dijî hemû kesên ku henekên xwe bi karê min dikirin bûm xwedî hêz. Her dem ji min re digotin cihê jinan mal e. Ev ji bo gelek jinên ciwan ên Yemenî tê gotin. Jin dikarin hemû kêşeyan derbas bikin û bigihîjin armancên xwe, di pîşeyên xwe de bibin bispor. Her wiha jin dikarin wekheviyê di navbera jin û mêran de ava bikin."