Jinên Rojava çi difikirin û nîqaş dikin?
Jinên Rojava yên ku bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re ketin pêvajoyeke nû ya têkoşînê, niha pêvajoyên siyasî û siyasetên ku li dijî gel û jinan tên meşandin nîqaş dikin û di nav van nîqaşan de jî bi kelecaneke li benda mizgîniya ku dê ji Abdullah Ocalan were ne.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250209-jinen-rojava-ci-difikirin-u-niqas-dikin-3-jpg4f6a59-image.jpg)
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 13 sal in di nav şer û şoreşê de ne, projeya xwe ya demokrasiyê dihûnin û êrîşên li ser demokrasiyê û jiyana azad a ku tê avakirin tên meşandin bi berxwedanî û têkoşîneke bêhempa ku di oxira wê de berdêlên herî giranbuha didin vala derdixin.
Îro dayik û jinên Rojava di nava nîqaşên wan ên rojane de jî êdî pêvajoya ku herêm tê re derbas dibe, nakokî û guhertinên çêdibin di nav xwe de li mal û li kolanê her wiha li civatan nîqaş dikin. Me vê carê berê objektîfên xwe da nîqaşên dayikan û xwest bi xwîneran re parve bikin û nêrîna dayikan pirsî.
‘Em li benda derketina Rêberê xwe ne’
Şukriya Tahir di destpêka axaftina xwe de got ku ew alîgirên aştiyê ne û daxwaza wan rawestandina êrîşên dewleta Tirk a dagirker e û wiha domand: “Gava ku em li dîlan û berxwedana li Bendava Tişrînê dibe dinêrin û dişopînin, jê hêzê digrin. Berxwedana li Bendava Tişrînê, bêhempa ye û divê ku bibe Bendava Şehîdan. Di oxira parastina bendavê de me bi sedan şehîd dane. Em li bendê ne ku Rêberê me derkeve ji bo me biaxive. Em li benda azadiya fizîkî ya ji bo Rêber Apo ne, bes e ev 26 sal in rêbertiya me di wê tengasiyê de ye. Ji ber ku em ne aşiqê xwînê ne, daxwaza me aştî ye. Hêviyên me yê serkeftinê mezintir in û dê Rêber Apo ji girtîgehê derkeve û xwîna şehîdên me jî li erdê nemîne, ne mumkun e piştî ewqas berxwedaniyê em serkeftinê bi dest nexin.”
‘Daxwaza me ew e ku Kurd bibin xwedî statu’
Hemdiya Kûsa jî got ku tişta jin pê difikirin çarenûsa gelê Kurd a li Kurdistanê ye ku ji sedsaleke zêdetir e di nava êrîşên qirkirinê de ye û wiha pêl da gotinên xwe: “Daxwaza me ew e ku Kurd li seranserê welatê me yê hatiye dagirkirin û parçekirin, bibin xwedî statu. Îro cîhan tev dizane Kurd hene û kî ne. Dijmin Kurdistana me parçe kiriye. Lê belê gelê Kurd yek e. Ji bo wê em çawa bi Bakur û aliyên din dihizirin û ji bo yekitiyê hewldanên xwe dikin. Em ê rojekê Kurdistana xwe ya dagirkirî û parçekirî bikin yek û azad bikin.”
‘Jin ji fikrên mal û zarokan ber bi avakirina welat û yekitiya jinan a cîhanî ve dimeşin’
Hemdiya Kûtê ya ku li ber Ronahî TV ye û xulek bi xulek dihejmêre wiha axivî: “Divê ku jinên Rojava bi jinên cîhanê re bêtir yekitiya xwe ava bikin da ku hemû komployên li ser wan çêdibin vala derxin. Jin êdî tenê li ser mal û zarokan nafikirin. Tiştên mezin difikirin, li ser avakirina welatekî heta avakirina yekitiya jinan difikirin. Êdî jin kûr difikirin û digihîjin wê astê, gavên ber bi azadiyê ve davêjin, cîhan giştî ji hêza jinan matmayî dimîne. Eger em bixwazin hêza jinan bibînin divê em li êrîşên dewleta Tirk ên li ser wan pêk tîne bibînin. Ji ber jin êdî xwe mezin û birêxistin dikin. Bendava Tişrînê yek ji mînakên herî biçûk a berxwedaniya jinan e. Jinên Rojava îro li ser azadiya Rêber Apo û azadiya welat, zarok û av û axa xwe de difikirin. Ya yekemîn ku divê jin bikin ew e ku hêza xwe ya parastinê xurtir bikin, mafên xwe di destûrê de misoger bikin, yekitiya xwe ava bikin da ku bikaribin Rêber Apo azad bikin. Ji ber ku 26 sal bes e êdî heta kengê. Jin êdî gihîştine wê astê baş dizanin ku ger serî hilnedin, xwe û Rêber Apo azad nekin wê tu carî azad nebin.”