Jinên Dêrazorê: Em destek didin berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê
Jinên Dêrazorê zilma li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin û gotin “gelên Dêrazorê bi awayekî cidî van pêkanînan red dikin û kesên rastî êrîşan tên re di nava hevgirtinê de ne.”
ZEYNEB XELÎF
Dêrazor- Jinên ji herêma Dêrazor a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, binpêkirinên li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin û bûyeran mîna "kiryarên hovane yên sûcên giran pêk tînin" bi nav kirin. Jinan balkişandin ser binpêkirinên giran ên mîna girtin, tadeyî û qetilkirina şervanên jin.
‘Hêzên ku êrîşî jinan dikin, rewatiya xwe winda dikin’
Farah El Elî, diyar kir kiryarên bi vî awayî di demên herî dijwar ên zextê yên berê de jî nehatine dîtin. Farah da zanîn girtin û qetilkirina jinan nikare mîna ‘serkeftinek leşkerî’ were hesibandin û got ku ev yek ‘şikestinek ehlaqî û nebûna tevahî nirxan’ tê hesibandin. Farah El Elî, destnîşan kir ku hinek jin dema çekan hildigrin û herêmên xwe û xwe diparêzin, rastî van binpêkirina tên.
Farah El Elî, destnîşan kir aliyên ku binpêkirinan dikin girêdayî dewleta Tirkiyê ne û xwe mîna "hêzên ku nûnertiya artêşa Sûriyeyê dikin" nîşan didin. Farah diyar kir ku ev hêz nûnertiya gelê Dêrazorê an jî ciwanên Sûriyeyê nakin, desteka gel nagrin û wiha got: “Her hêza ku li dijî esîran tundiyê bikar tîne û jinan hedef digre, rewatiya xwe winda dike. Rewakirina van sûcan a bi navê Îslamê, sûîstîmalek rasterast e. Îşkencekirina kesên esîr hatine girtin nayê qebûlkirin û ev ji bo civaka Sûriyayê gefek cidî ye.”
Farah El Elî, di dawiya axaftina xwe de da zanîn gelên Dêrazorê bi awayekî cidî van pêkanînan red dikin û kesên rastî êrîşan tên re di nava hevgirtinê de ne.
‘Binpêkirina mafê jiyan û ewlehiyê ya gel’
Nadya El Midhy jî, êrîşên dubare yên li ser deverên niştecihbûnê şermezar kir û diyar kir ku bombebarankirin, qetilkirin û bi taybetî di şert û mercên zivistanê yên sar de koçberkirina bi darê zorê ya sivîlan, binpêkirinek eşkere ya mafê jiyan û ewlehiya gel e. Nadya El Midhy, destnîşan kir ku sivîl di şer de bêguneh in, malbatên hatine hedefgirtin di malên xwe de dijîn û zirar nedane tu kesan. Nadya diyar kir ku yekane xwesteka van malbatan ewlehî û aramiya li herêmên wan e û jiyanek bê tundî û bêpevçûn e.
Nadya El Midhy, da zanîn ku domandina êrîşan dibe sedema qetilkirina zarok û sivîlan û koçberkirina bi darê zorê ya malbatan. Nadya balkişand ser hedefgirtina sivîlan û wiha got: “Tu hincetek rewa ya hedefgirtina deverên sivîl, tuneye. Kesek ku bi aramî li mala xwe dijî, nikare bê hedef girtin. Êrîşên li ser deverên niştecihbûnê, binpêkirinek eşkere ya hemû qanûn û normên mirovî ne.”
Banga zêdekirina desteka ji bo Şêx Meqsûd û Eşrefiyê
Nadya li ser yekîtiya di nav gel de ya li hember êrîşan jî rawestiya û wiha pê de çû: “Gelê Dêrazorê li dijî van binpêkirinan yekgirtî ye. Kesên ku êrîşî sivîlan dikin, êrîşî hemû kesan dikin. Êş û pirsgirêk wekhev e. Lewma, divê em hevgirtina xwe bi berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re berfirehtir bikin. Ez dixwazim ku berpirsiyarên qetilkirin û koçberkirina bi darê zorê ya sivîlên bêguneh, hesab bidin û destûr ji bêcezatî re neyê dayîn. Bila li Sûriyeyê ewlehî û aramî serwer bibe û êrîşa ku dibe sedema êş û windahiyên mirovî, bidawî bibe.”