Jinên Belûc piştî hilweşandina malên wan xwepêşandan kirin
Li gundê Kamb ê Sistan-Belûcistanê, jinên ku malên wan hatine hilweşandin, bi zarokên xwe re li ber ofîsa parêzgarê parêzgeha Çabaharê kom bûn û xwepêşandan kirin. Jinan daxwaza rawestandina hilweşandinê kirin.
Navenda Nûçeyan – Jinên Belûc ên ku malên wan ji aliyê hêzên leşkerî û berpirsên Weqfa Xaniyan ve li gundê Kamb ê parêzgeha Çabahar a li parêzgeha Sîstan Belûcistan a Îranê hatine hilweşandin, di 8’ê Mijdarê de li ber avahiya walîtiyê kom bûn da ku bêmalbûna xwe protesto bikin. Jinan diyar kirin ku ew bi zarokên xwe re li kolanan asê mane û daxwaz kirin ku rayedar berpirsiyariyê bigirin ser xwe û hilweşandinên bi vî rengî rawestînin.
Ev jinên ku malên wan vê dawiyê ji aliyê hêzên leşkerî û berpirsên Bonyad-e Maskan ve hatine hilweşandin, di şert û mercên dijwar de bi zarokên xwe re têdikoşin ku bijîn. Jinan li dijî hilweşandina malên xwe û nebûna stargehê nerazîbûn nîşan dan û daxwaz kirin ku rayedarên herêmî berpirsiyariyê bigirin ser xwe û rêbazên bi vî rengî rawestînin.
Jinek di vîdyoyekê de ji xwepêşandanê dibêje:
"Kes bersiva me nade. Walîtiya me rê dide Weqfa Xaniyan, dû re jî me dişîne saziyeke din. Em bi zarokên xwe re bi rojan li kolanan mane, lê ti rayedarek li me nanêre."
Ev xwepêşandan piştî hilweşandina bi dehan xanî li herêma Kamb pêk hat.
Bi dehan malbat bêmal man
Di 2’ê Mijdarê de, zêdetirî 300 personelên leşkerî û nêzîkî 70 wesayîtên leşkerî û sivîl derdora Bazara Duşanbe dorpêç kirin û bêyî biryara dadgehê malên welatiyên Belûc hilweşandin. Hêzên ewlehiyê bi tundî malbat derxistin û bi dehan bêmal man.
Di vê êrîşê de, jinek bi şeş zarokên biçûk mal û hemû tiştên xwe winda kir, birayê wê jî piştî ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve rastî şîdetê hat, li nexweşxaneyê ma.
Her çend hefteyek di ser hilweşandinê re derbas bûye jî, ti sazî, tevî parêzgarî, Weqfa Xaniyan û Meclîsa Şaredariya Çabaharê, derbarê rewşa malbatan de daxuyaniyek nedaye.
Di salên dawî de, hilweşandina malên Belûcên herêmî li taxên xizan ên Çabahar û Kenarak di bin navê "Projeya Pêşxistina Perava Makranê" de dubare bûye.
Xelkê herêmî van kiryaran wekî "desteserkirina perava Makranê" bi nav dikin û îdia dikin ku armanc ew e ku nifûsa Belûcên xwecihî ji cih werin derxistin û nifûsên biyanî li herêmê werin bicihkirin.