Xwepêşandanên li Îranê di roja 11’emîn de ye
Xwepêşandanên li Îranê di roja 11’emîn de ye. Duh li seranserê Îranê de bajarên nû yên wekî Qesr-Şirîn û Senqer-Keliya tevlî xwepêşandanan bûn. Lê belê navenda giraniya pêşketinan, Abdanan û Melekşahî bû.
Navenda Nûçeyan – Li Îranê xwepêşandan di roja 11’emîn de ye. Duh li seranserê Îranê de xwepêşander li herî kêm 25 bajaran daketin kolanan. Abdanana li parêzgeha Îlamê, şahidiya girseyeke mezin ji welatiyan kir. Ji nêzî 45 hezar nifûsa bajêr, nêzîkî 30 hezar kes di heman demê de beşdarî xwepêşandanan bûn û heta firoşgeha zincîra ‘Ofoq Kouroş’ a girêdayî Pasdarên Şoreşê şewitandin.
Serhildan herî kêm li 25 bajarên welêt belav bûye
Li bajarê cîran Melekşahî, merasîma cenazeyê ji bo xwepêşanderên ku di rojên berê de hatine kuştin, veguherî xwepêşandaneke mezin a protestoyê. Medyaya serbixwe û rêxistinên mafên mirovan berfirehbûneke bêhempa ya çarçoveya xwepêşandanan radighînin. Ji grevên bazarê bigre heta sloganên wekî “Bimre Xameneyî” û “Bimrin Pasvanên Şoreşa Îranê” ku ji bazarên Tehranê heta bajarên Kurdistan û Xuzistanê deng vedidin. Ji 6’ê Çileyê ve, serhildan herî kêm li 25 bajarên welêt belav bûye. Bazara Mezin a Tehranê jî tevlî grevê bû, bazirganan operasyonên xwe rawestandin û sloganên li dijî hikûmetê qîr kirin.
Xwepêşandanên nû hatine lidarxistin
Li Meşhed û Torbat Heyderiyeyê yên parêzgeha Xorasanê xwepêşandan hatin ragihandin. Heta bajarên dûrî navendê jî pêlek xwepêşandanan dîtin. Mînak; rêxistinên mafên mirovan ên Kurd ragihandin ku li Sonqor Kîlî û Qesrî Şîrîn ên parêzgeha Kirmaşanê û her wiha li parêzgehên Loristan û Îlamê xwepêşandanên nû hatine lidarxistin. Wêne û vîdeoyên hatine weşandin nîşan didin ku jin û mêrên ji her temenî, li kolan û kuçeyên bajarên ji Qomê heta Kirmaşanê, sloganên wekî “Bimre Xameneyî” û “Bimre Dîktator” qîr dikin.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê: 29 kes mirin
Heta niha, herî kêm 29 xwepêşander ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin. Tenê li parêzgehên Îlam, Kirmanşah û Loristanê 12 ji wan bi guleyên rasterast mirine. Bi dehan ji wan jî, bi guleyên zindî an jî bi guleyên din birîndar bûn. Li Melekşahiyê, xwepêşander di 30’ê Kanûnê de rastî guleyên rasterast ên hêzên ewlehiyê hatin. Ew roj 4 kes hatin kuştin û zêdetirî 30 kes jî birîndar bûn. Du ji birîndaran - di nav wan de ciwanekî 16 salî jî hebû - di 5’ê Çileyê de li nexweşxaneyê mirin. Heta 6’ê Çileyê, Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê hejmara miriyan a li seranserê welêt, wekî herî kêm 29 tomar kir. Bi sedan kes jî hatine girtin. Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku nêzîkî 200 kesên di nav de çalakvanên civaka sivîl, girtiyên siyasî yên berê, akademîsyen û werzişvan jî hene, li Tehran, Îlam, Kirmanşah, Kurdistan, Xuzistan û herêmên din hatine girtin. Bi dehan ji kesên ku hatine girtin, temenê wan di bin 18 salî de ye. Sendîkaya mamosteyan got ku herî kêm 100 xwendekar di dema xwepêşandanên li bajarê Harsinê de hatine girtin.
Kolanên Abdananê ji şevaqê heta êvarê tijî xwepêşandêr in
Rapor nîşan didin ku girtin bêyî biryara dadwerî li bajarên ji Darehşehr heta Esferayenê pêk tên. Tenê li parêzgeha Îlamê, di 2’yê Çile de herî kêm 60 girtî bo Girtîgeha Navendî ya Îlamê hatine veguhestin û li gorî raporê ji aliyê hêzên taybet ve li ser axa girtîgehê hatine îşkencekirin. Daketina wan a cem parêzer an malbatên wan hatiye qedexekirin. Li Abdananê, ji 29’ê Çileyê ve bi dehan kes hatine girtin û bajar di bin kontrola ewlehiyê ya tund de ye. Mînak, di 5‘ê Çileyê de zilamekî 23 salî bi navê Amir Huseyîn Abbasî di dema xwepêşandanan de ji aliyê hêzên Pasdarên Şoreşê ve hatiye girtin. Raporên ji Gaşaran, Hemedan û deverên din jî gelek girtinan nîşan didin. HRANA bi tenê di 4’ê Çileyê de şeş girtin li Gaşaran, Hemedan û Melekşahî tomar kiriye. Abdanan ku nifûsa wê nêzîkî 44 hezar e, bûye xaleke girîng a neçaverêkirî di serhildanê de. Vîdeo û raporên meydanî nîşan didin ku kolanên bajêr ji sibê heta êvarê tijî xwepêşander in. Analîzek vîdeoyê nîşan dide ku di tenê 45 saniyan de 221 kes ji ber kamerayê derbas bûne; ev tê vê wateyê ku di saetekê de nêzîkî 17 hezar û 600 kes di kolanan re derbas dibûn. Ji ber ku navenda bajarê Abdananê tê texmînkirin ku nifûsa wê nêzîkî 31 hezar e, ev tê vê wateyê ku beşek mezin ji bajêr beşdarî xwepêşandanan bûye. Radyoya Farda her wiha ragihand ku girseyên mezin li Abdananê dirûşmeyên li dijî hikûmetê qîriyane.
Çavdêrên mafên mirovan: Bajar ketiye destê gel
Li gorî şahidan, hêzên ewlehiyê carnan kontrola bajêr winda dikirin û xwe vedikişandin ser banên baregehên polîsan. Di bersivê de, xwepêşanderan sembolên hikûmetê hedef girtin û dikana Ofoq Kouroş ku girêdayî Pasvanên Şoreşê ye, li kolana sereke ya bajêr şewitandin. Hin niştecihan ji çavdêrên mafên mirovan re gotin ku kolanên bajêr hema hema bi tevahî ji hebûnek fermî vala bûn û “bajar ketiye destê gel.”
Nêrîna çavdêran: Bajarê herî şoreşger û rêxistinkirî yê Îranê
Neguhdariya sivîl li Abdananê ne diyardeyek nû ye. Bajar di xwepêşandanên 2023-2024’an de jî rolek girîng lîst. Çalakvanên herêmî bi berdewamî peykerê Basij li meydana navendî ya bajêr hilweşandin û bişev diruşma “Ji dîktator re mirin” qîr kirin. Piştî girtinan, di 12’ê Sibata 2023’yan de, hêzên Pasvanên Şoreşê êrîşî mala çalakvanê mafên sivîl Hemîd (Pejar) Malekî kirin, gaza rondikrêj û gule avêtin û birayê wî birîndar kirin. Di vê heyamê de, zêdetirî 100 welatiyên Abdanan hatin girtin. Çavdêr tekez dikin ku tu bajarekî din bi vê nifûsê berxwedanek domdar û afirîner a bi vî rengî nedîtiye. Seferberkirina bi hezaran kesan li bajarek biçûk, ji mamoste û xwendekaran bigre heya dêûbavan û extiyaran, hetta di asta cîhanî de jî bêhempa ye. Analîst dibêjin ku wêneyên xwepêşandanên Abdananê ‘beşek mezin ji bajêr’ girtine, lê çalakvanên mafên mirovan wê wekî ‘bajarê herî şoreşger û rêxistinkirî yê Îranê’ binav dikin.
Merasîmên cenaze veguherîn xwepêşandanan
Melekşahî ku nifûsa wê nêzîkî 23 hezar e jî, bû navendeke mezin a xwepêşandanan. Di 3’yê Çile de, hêzên ewlehiyê gule li xwepêşandaneke aştiyane reşandin, çar mêrên Kurd kuştin û zêdetirî 30 kes birîndar kirin. Ev mêrên bi navê Reza Ezîmzadeh, Latîf Kerîmî, Mehdî Emamîpour û Ferz (Mohsen) Aghamohammadî, bûn sembolên tevgerê.
Heta 6‘ê Çileyê, du birîndarên din li nexweşxaneyê mirin. Merasîmên cenaze yên girseyî yên 6‘ê Çileyê de, veguherîn xwepêşandaneke mezin. Bi hezaran kes li bajarê Erqeza (paytexta Melekşahî) kom bûn û heta ji bajar û parêzgehên cîran jî hatin.
Li gorî şahidên bûyerê, hêzên dijî-serhildanê goristan dorpêç kirin û rê girtin, lê girseyê li ber xwe da. Li herêma goristanê, berî ku em ber bi bajarê qerebalix ve biçin, li dijî hêzên ewlehiyê dirûşmeyên wekî “Bimre Xameneyî”, “Bimre Pasvanên Şoreşa Îranê” û ”Bimre Komara Îslamî ya Îranê” hatin qîrkirin.
Nîşanek dînamîzm û afirîneriya tevgerên gelêrî li Kurdistan û Îranê ye
Ev yek şêweyek bêîtaetiya sivîl a berfireh, li hember tolhildanên pir tund nîşan dide. Komên mafên mirovan tekez dikin ku piraniya xwepêşandanan aştiyane bûn û tenê ‘çeka’ xwepêşanderan dirûşmeyên wan bûn, lê belê, hêzên ewlehiyê gaza rondikrêj, bombeyên deng û guleyên zindî bikar anîn. Kuştina şînvanên bêparastin li Melekşahî û girtinên girseyî li bajarokên derdora Abdananê, bêaramiya zêde ya rewşê nîşan didin. Analîst dibêjin ku Abdanan ne tenê li herêmê, di heman demê de li ser asta Kurdî jî dibiriqe, ew ‘stêrkek geş’ û modelek berxwedana gelêrî ya rêxistinkirî ye. Şiyana bajarekî ewqas biçûk bi yekîtî û hevgirtinê ji bo berxwedana li hember çewsandinê nîşanek dînamîzm û afirîneriya tevgerên gelêrî li Kurdistan û Îranê ye. Tewar, di bin şert û mercên herî dijwar ên çewsandinê de jî.