Bîlançoya êrîşan giran dibe: 7 kesan jiyan xwe ji dest dan

HTŞ’ê ya cîhadîst û çeteyên girêdayî dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê dewam dikin. Li gorî bîlançoya nû 7 kesan jiyan xwe ji dest dan, 46 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Ji 6’ê Çileyê ve komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî de bi guleyên hawan, obîsan û tankan êrîşî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêdî yên Helebê dikin.

Komên çete yên ku êrîşî Helebê dikin ev in: Firqet Hemzat, Firqet Emşat, Firqet Sultan Murdan û koma Nûredîn Zengî.

Ev kom fermanên xwe rasterast ji dewleta Tirk werdigirin û bi hevkariyeke leşkerî ya zelal a bi armanca têkbirina aramiya li taxên dorpêçkirî tev digerin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê diyar kir ku di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrîşan didin, hewldana ketina çeteyan a taxa Şêxmeqsûdê têk birin, piştî derbên giran ew neçar kirin ku birevin.

Di van êrîşan de 2 jê zarok, 2 jê jin, 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 40 kes di nav de hejmarek zarok birîndar bûne.

Navên kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Şam Dilo ya 3 salî, Fatme Hemade ya 41 salî, Masûd Fayid Ebdo yê 30 salî, Xorşîd Omer ê 13 salî, Hesen Mihemed Hesen ê 42 salî û jinek nasnameya wê ne diyar e.

Di bersivdana êrîşan de endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb Sebrî Mihemed Ebdulqadir şehîd bûn û 6 endam jî birîndar bûn.

Di encama êrîşan de, zirarên mezin bi malên welatiyan, cihên olî, saziyên xizmetguzariyê bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê diyar dikin ku ew di çarçoveya mafê rewa ya parastina welatiyan û taxên Helebê de bersiva êrîşan bidin.

Komên çete rasterast êrîşî taxên Helebê dikin, jiyana welatiyan dixin xeteriyê. Ev gefa pêkanîna karesatek mirovî dixwe.

Ji bo şermezarkirina êrîşan gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûriyeyê derketin qadan û piştgiriya xwe ji bo berxwedana Helebê nîşan da. Wê îro bi heman mijarê xwepêşandan lidar bikevin.