Li Kirmanşan û Abdanan tevî zextan xwepêşandan didomin
Xwepêşandanên Kirmanşanê ku ev zêdeyî hefteyekê didomin, tevî tedbîrên tund ên ewlehî û hêza leşkerî jî, her ku diçe belav dibe.
Kirmanşan – Di ser destpêkirina xwepêşandanên li bajarê Kirmanşana rojhilatê Kurdistanê re, zêdetirî heftiyek derbas bû. Gel tevî tundî û zextên tund jî li kolanan in û li dijî hêzên ewlehiyê berxwedana xwe didomînin. Ji rojên destpêkê ve hejmarek zêde welatiyên Kirmanşanê birîndar bûn û hatin binçavkirin.
Di vê pêvajoyê de, li bajarê Kirmanşan û navçeyên derdorê, hêzên ewlehiyê gelek zêde bûn. Ji xwepêşandanên din cûdatir, Sahne, Bisûtun, Senkir, Harsîn, Serpol-e Zahab, Îslamabad, Dalaho, Mahîdeşt, Abdanan û herêmên din di nav de, li gelek navçeyên parêzgeha Kirmanşanê çalakiyên gel hatin lidarxistin. Di xwepêşandana girseyî ku di şeva 6’ê Çileyê hatîiyeli darxistin de, xwepêşanderan kontrola îdarî ya bajar girtin destê xwe.
Li gel belavbûna xwepêşandanan, hikûmetê zexta li parêzgehê, hem di aliyê berfireh û hem jî di aliyê tundiyê de zêde kir. Amûrên zextê ne tenê ji bo avakirina tirsê, bi armanca rasterast kuştinê kiriye dewrê. Di vê çarçoveyê de hikûmet, li tengava Keneşt, tadbîqata leşkerî kir û lêdanên fuzeyan pêk anî, bi vî awayî hewl da ku hêza xwe nîşan bide. Li gorî çavdêran ev gav, wek nîşaneya fikara rejîmê ya ji komên muxalîf ku bi armanca desteka gelê Kirmanşanê li sînorên parêzgahê bikeve tevgerê, tê nirxandin.
Hikûmet bertîl dide hêzên ewlehiyê
Li gorî çavkaniyên pê bawer hikûmet, ji bo yekîtiya di nava hêzên xwe de bide parastin, bi gefan û dem dem bi bertîlên wek dayîna qertên erzaq hewl dide ku ew destekê nedin xwepêşanderan. Rayedarek ku di artêşa serpel a Kirmanşanê de ye, da zanîn ku fermandarê tabûrê soza erzaqên taybet daye û di heman demê de xebatên personel ên di medyaya dijîtal de ji nêz ve şopandine. Rayedar, piştrast kir ku xeteyak herî biçûk dibe sedema cezakirina hemû tabûrê. Li gorî vê çavkaniyê, personel hatine erkdarkirin ku dema ji hêzê yek jî bi wayek onlîne destek bide xwepêşanderan, ji wan re bêjin. Ev gef, fikara rejîmê ya hêzên wê beşdarî xwepêşandanan bibin, radixe ber çavan. Rayedar diyar kir ku li dijî vê, di nava hêzên leşkerî de rejîm ji bo cihê xwe yê li Kirmanşanê biparêze, rêgezên mirinê û pêkanînên tundiyê jî dihewîne.
Rageşî di asta herî jor de ye
Hate diyarkirin ku di bin van şertan de li Kirmanşanê, atmosfera civakî di astek jor de di nava rageşiyê de ye. Gel tevî gef û ewlehiyên tund, bi awayên cûda berxwedana xwe ya li kuçe û kolanan didomînin. Nivîsên dîwaran, xwepêşandan û gervanên esnafên li taxan, nîşana ku têkoşîna kolektîf lawaz nebûyî ye. Hikûmetê li dijî vê yekê înternet qut kir an jî kêm kir û dayîna agahiyan sînordar kir û hewl dide civakê biçewsîne. Lê belê di nava bajar de dîmenên tên parvekirin û şahid, ruyê rast ê zext û berxwedanê derxist holê, veşartina rastiyan asteng dikin.
Kirmanşan bû sembol
Di vê qadê de, kendala di navbera gel û hêzên dewletê de her roj kûr dibe. Baweriya bi saziyên fermî bi awayek cidî kêm dibe, welatî bawer dikin ku tekane rêya guherînê li dijî zextê sekinîn û yekbûn e. Tabloya heyî, li Kirmanşan û Abdanan ne tenê xwepêşandanên xwecihî ye, her wiha nîşan dide ku bûye sembola berxwedana li dijî serdestiyê. Tevî hemû zextan, li van herêman protesto û xwepêşandan didomin.