Jinên Êzidî: Wê kongreya guherîn û veguherînê bi xwe re serkeftinê bîne
MXDŞ’ê bi dirûşma ‘Yekîtî, Azadî, Çareserî’ kongreya xwe ya 6’emîn li dar xist. Jinên Êzidî bi eleqeyek mezin tevlî kongreyê bûn û gotin: “Jinên Êzidî wê pêşengî ji biryarên kongreyê re bikin.”
GULISTAN EZÎZ
Şengal – Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê 6’emîn kongreya xwe bi dirûşma ‘Yekîtî, Azadî, Çareserî’ bi beşdariya 250 delegeyan li dar xist. Di kongreyê de peyam, nirxandin û perspektîfên xurt derketin. Hevpeymana Civakî hat nûkirin. Di kongreye de hevserok û cîgirên wan hatin hilbijartin.
Ji beşdarên kongreyê endamê Fermandariya YJŞ’ê Sozdar Agir û dayîka Şehîd Dijwar Xoxê Cindî li ser kongreya 6’mîn a MXŞD’ê ji ajansa me re nirxandin kirin.
‘Ev kongre wê bibe kongreya serkeftina civaka Êzidî’
Sozdar Agir di serî de kongreyê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan pîroz kir û got: “Ez hêvîdar im ev kongre bibe kogreya azadî û demokrasiyê û em jî weke Êzidî di Şengaleke xweser de bijîn.”
Sozdar Agir anî ser ziman ku ne di rewşeke ji rêzê re derbas dibin û li Rojhilata Navîn şerekî dijwar heye, di nav aloziyeke wisa de ye ku her der daye ber xwe. Her wiha lidarxistina kogreyeyê wek serkeftin pênase kir û wiha domand: “Zextek li ser Iraqê û li ser Şengalê heye. Di wexteke wiha de lidarxistina kongreyê cihê kêfxweşiyê ye, encama serkeftinê ye. Ez bawer im ev kongre bi perspektîfên Rêber Apo yên li ser civaka Êzidî wê bi xwe re guhertin û veguhertinê bîne. Bi rastî jî perspektîfên ku derketin, peyamên hatin ji bo me cihê kêfxweşiyê ne.”
‘Meclîs cihê kombûn û tifaqê ye’
Sozdar Agir bal kişand ser perspektîf û nîqaşên xurt ên kongreyê û li ser rol û rista meclîsê got: “Ez bawer im ev kongre wê bibe serkeftina civaka Êzidî. Em hemû ji civaka Êzidî berpirsyar in. Di parastina civaka Êzidî de, divê rola me heye. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê cihê tifaqê ye, cihê xwelêgirtina civaka Êzidî ye. Cihê ku gel lê rûnê, nîqaş bike û pirsgirêkên xwe çareser bike ye. Cihê kombûn û tifaqê ye. Em meclîsê wek navenda tifaqê bi nav dikin. Wê ev kongre jî bibe wesîleya vê yekê. Wê gavên xurt bên avêtin. Ji her demê zêdetir pêwistiya civaka me bi tifaqê heye û divê em xwedî li hev derbikevin. Em ê jî heta dawiyê weke parazvanên vê civakê YJŞ’ê erk û berpirsyariya ku dikeve ser milên me bi cih bînin. Em ji parastina nirxên civaka xwe berpirsiyar in.”
Sozdar Agir, di dawiyê de got ku ev kongre li ser axa pîroz li Şengalê dê bibe bihara civaka Êzidî û ev li kedkarên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Mam Zekî, Mam Beşîr, hevalê Seîd, hevalê Dijwar ku xwîn dane, xwêdana xwe rijandin pîroz kir.
‘Meclîs li ser nirxên giranbuha yên civaka Êzidî hatiye avakirin’
Dayê Xoxê anî ser ziman ku di nava 11 salan de 6 car in kongre tê lidarxistin e û armanca kongreyê wiha pênase kir: “Armanca me ew e ku em xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin û fermanên li serê me hatin rakirin ji bîr nekin. Me ev kongre li ser gelek nirxên xwe ava kir. Ked û zehmetiya zarokên me ye, xwîna şehîdên me ye, berxwedana zarokên Êzidî ye.”
Dayê Xoxê der barê rewşa heyî ya li heremê û girîngiya lidarxistina kongreyê de ev tişt anîn ziman: “Ez hêvîdar im ev kongre bibe kongreya xêr û xweşiyê, bibe kongreya serkeftina civaka Êzidî. Ev kongre tevî tehdîdan, top û teyareyan, di wexteke ku dixwestin û dixwazin li ser Şengalê siyaseteke qirêj bidin meşandin de hat lidarxistin. Em çi jî bikin nikarin wê keda şehîdên me yên pêşeng ên ji bo vê meclîsê kar kirine bidin. Bi xêra wan ev meclîs ava bû 11 sal di ser avakirina meclîsa me re derbas bû.”
‘Jin wê xwe xwe bi rêxistin bikin û pêşengiya civakê bikin’
Dayê Xoxê ya ku delegeya yekemîn a kongreya vê meclîsê ye anî ziman ku tevî her tiştî dema ku fermanê li serê civaka Êzidî rakirin û xeteriya DAIŞ’ê berdewan dikir jî kongreya yekemîn a Meclîsa Xweseriya Demoktîk a Şengalê li dar dixin û li ser rola jinan got: “Jin heta dinya hebe teslîm nabin. Wê rêxistbina xwe ava bikin, xwe bi rêxistin bikin. Li her derê wê xwedî gotin bin. Dema ku çek bigrin û li hemberî dijmin bisekinin dê rê li teslîmiyetê bigrin. Bi vê kongreyê em ê bi hêztir bibin.”
Dayê Xoxê herî dawî kongreyê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê bûye sedema lidarxistina vê kongreyê, li şervanan, li Rêveberiya Xweser, li hemû civaka Êzidî û hemû dostan pîroz kir û xwest Xwedê vê salê ji bo civaka Êzidî bike sala xêr û xweşiyê.