Jinên Êzidî: Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin
Jinên Êzidî ku pêşengtiyê ji pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ re dikin, anîn ziman ku wek jinên Êzidî ew ji fermanê heta niha azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin û gotin ku heta pêkanîna azadiya wî, dê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Şengal – Di çarçoveya pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ ku ji hêla Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de, heta niha gelek çalakiyên cur be cur pêk hatine. Jinên Êzidî ku pêşengî ji pêngavê re dikin, tînin ziman ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê çalakiyên xwe bidomînin.
Derbarê pêngavê de jinên Êzidî nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin û gotin ku piştî naskirina fikrên Abdullah Ocalan pêşiya fermanan hatiye girtin.
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Zozan Simo diyar kir ku pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ ji destpêka salê heta niha bênavber didome û got ku çalakiyên we rastî eleqeyeke mezin tê.
‘Di dema fermanê de fikrên Rêber Apo bi hawara me ve hat’
Zozan Simo destnîşan kir ku wek jinên Êzidî, ji fermanê heta niha azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin û ev tişt anîn ziman: “Di dema fermanê de fikrên Rêber Apo bi hawara me ve hat. Piştî ku fikrên Serok Apo ket nav me, pêşiya fermanan hat girtin. Beriya fermanê em nezan bûn û her di xew de bûn. Lê piştî naskirina fikrên Rêber Apo her tişt guherî.”
Di axaftina xwe de Zozan Simo da zanîn ku heta Ocalan azad nebe, ji nav çar dîwaran dernekeve, ew jî azad nabin û wiha got: “Di vê pêvajoyê de tiştê ji me tê xwestin, heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em çalakiya xwe berdewam bikin.”
‘Em ê dev ji çalakiyên xwe bernedin’
Di heman mijarê de endama TAJÊ Şemê Helîqî jî ev nirxandin kir: “Wek jinên Êzidî û civaka Êzidî, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çi bikin jî kêm e. Heta Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe, em dev ji çalakiyên xwe bernadin. Ji bo vê bang li her kesî dikim ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rabin ser piyan.”