Jinan bi perwerdeyê hêza xwe zêde dikin
Jinên beşdarî devreya perwerdê ya ji aliyê Mala Jin ve hatibû destpêkirin bûn gotin ku ew bi beşdariya perwerdeyan hêza xwe zêde dikin.

Hesekê – Mala Jin a Hesekê û Akademiya Şehîd Yadê Eqîde, ya girêdayî Encûmena Jin a Dadmendiya Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di 1’ê Tebaxê de dewreyeke perwerdeyê ya li ser karanîna komputer û bernameyên wê li Navenda Mala Jin a bajarê Hesekê, Kantona Cizîrê, vekir.
Di dewreyê de 13 jinên ji dadgeh, arşîvên Mala Jin û komunên civakî beşdar bûn. Waneyên dewreyê li ser bikaranîna komputerê, bernameyên têkildar, arşîvkirina kar û xebatan, Photoshop û scannerê bûn. Dewre duh bi belavkirina bawernameyan bi dawî bû. Jinên beşdarî devreya perwerdê bûn gotin ku ew bi beşdariya perwerdeyan hêza xwe zêde dikin.
‘Perwerde hêz û zanabûna jinan e’
Parêzer Hseyma Mihemed Elî tekez kir ku perwerde ji bo jinan hêz û zanabûnê peyda dike û wiha got: “Pêwîst e her jin beşdarî perwerdeyan bibe û di hemû qadên jiyanê de wekî hêzeke çalak cih bigire. Dewreyên perwerdeyê şanseke mezin e ji bo zana û bihêzbûna me. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinan bi riya perwerdeyê di her qadê de cih girtiye, nemaze di pergala hevserokatiyê de, ku mînakeke civakeke exlaqî û polîtîk e. Ez parêzer im, lê min dît ku hewcedariya min bi perwerdeyê heye. Ev dewre ji bo pêşketin û veguhertina mirovan şanseke mezin e. Divê em xwedî li vê şensê derkevin.”
Hseyma Elî her wiha bal kişand ser girîngiya karanîna înternetê bi awayekî rast: “Îro her kes xwedî înternetê ye. Pêwîst e em hişyar bin û înternetê ji bo zanabûn û pêşketina xwe ya fikrî bi kar bînin. Divê em dema xwe vala derbas nekin, ji ber ku ev dem dema parastina hebûnê ye.”
‘Perwerde bersiva li hemberî dagirkeriyê ye’
Seher Îbrahîm, arşîfkara Mala Jin a Kampa Waşokanî, diyar kir ku jinên koçber li hember dagirkerî û şertên dijwar ên koçberiyê bi perwerdeyê xwe bi hêz dikin. Seher Îbrahîm got: “Armanca min ji beşdarbûna vê dewreyê ew bû ku ez xwe zana bikim û kar û xebatên xwe pêş bixim. Zanabûn ji bo me hêz e û bi vê hêzê em dikarin rê li ber kiryaren qirkirin û tunekirinê bigirin.”