Jin û ciwan dibin hedef: Îşkence, lêgerîna tazî û tacîza zayendî!

Di çalakiyên protestoyî yên li gelek bajaran bi taybetî li Stenbol'ê de bi sedan kes bi îşkence û muameleya xerab re rû bi rû hatin. Parêzera OHD'ê Dîdare Hazal Sûmelî ku vê pêvajoyê ji nêz ve dişopîne got,"Bi taybetî jin û ciwan dibin hedef.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Stenbol – Li Stenbolê piştî girtina Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû, çalakiyên protestoyî yên ji aliyê gel ve destpêkirin berdewam dikin. Li gor daneyên Komaleya Mafên Mirovan ÎHD; Di çalakiyên 19 û 26’ê Adarê de 879 kes hatin binçavkirin, 260 kes jî hatin girtin. Li bajarên ku hê jî girtin û binçavkirin lê berdewam dikin, di serîde jin û ciwan gelek kes bi kiryarên xirab û îşkenceyê re rû bi rû tên. Gelek jinên ciwan ên bi tacîza zayendî, lêgerîna tazî û gefên polîsan re rû bi rû hatin gilî kirinç Rêxistinên mafên mirovan, parêzer û xebatkarên tenduristiyê bi rêya maseya krîzê ya ku ava kirine, îşkence û muameleya xerab dişopînin.

‘Ji destpêka pêvajoyê ve mafên bingehîn tên binpêkirin’

Endama Komaleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya şaxa Stenbolê Parêzer Dîdare Hazal Sumelî diyarkir ku di binçavkirin û îşkenceyê de herî zêde jin û ciwan dibin hedefa binçavkirinan. Dîdare Hazal Sumelî anî ziman ku jin gelek caran bi tacîza zayendî, lêgerînên tazî, şîddeta fîzîkî re rû bi rû tên her wiha der barê tiştên ku li qadê de dîtiye ev tişt got:

“Kelepçeya berevajî belav e, hêza ne bi hevsengî tê bikar anîn, sepanên mîna beriya bibin nexweşxanyeê demek dirêj li seyareyan bisekinînin tê jiyankirin. Piraniya kesên hatine binçavkirin beriya ku bibin nexweşxaneyê bi saetan bi kelebçeya berevajî tên rawestandin û destûr nayê dayîn ku pêdiviyên xwe yên bingehîn jî bi cih bînin. Di îfadeyek gihiştiye me de jinek ciwan dema ku destên wê ji piştê kelepçekirî ye polîsek mêr destê xwe dide aliyê sînga wê û jina ciwan ji tirsa di bin xwe de kiriye. Ruxmê vê tê dîtin ku tundiya polîsan didome. Ev rewş nîşan dide ku êdî binçavkirin ne tenê sînordakirina azadiyê ye, veguheriye kiryareke eşkere ya şikandina îrade, heqaret û cezayên fîzîkî.”

‘Jin bi lêgerîna tazî, tacîza zayendî û gefan re rû bi rû hatin’

Dîdare Hazal Sûmelî taybet bal kişand ser pirsgirêkên jinan û got: "Jin komeke ku bi taybetî tên hedef girtin e. Jinên ku di bin çavan de polîsên mêr mudaxaleya fîzîkî li wan kirine hene. Her wiha jinên ku cilên wan hatiye qetandin û temasî cihên taybet ên laşê wan kirine hene. Dîsa jin gelek caran bi rewşên wekî lêgerîna tazî, heqaretên zayendî re rû bi rû tên. Li gor hin agahiyên ku ji me re hatin, jinan beriya bibin nexweşxaneyê bi saetan bi kelepçeya beravajî hatine sekinandin û di warê derûnî û fîzîkî de di bin zextan tên hiştin.  Ev rewş nîşan dide ku hêzên ewlehiyê ji desthilata xwe derbas bune û pêvajoya binçavkirinê veguherandiye rêbazeke sîstematîk a tirsandin, gef xwarin û cezakirinê.”

‘Ev tablo encama pergala bêcezakirinê ye'

Dîdar Hazal Sûmelî ya got “Tabloya ku em li qadan dibînin encama bê sîstemiya zelal a bêcezakirinê ye” bal kişand ku tê xwestin îşkence bên rawakirin û wiha domand: “Hêzên hiqûqê dizanin ku kiryarên wan ên derqanûnî, destwerdanên bê hevseng, îşkence û muameleyên xerab ku dikin nayên darizandin, lewma li gor wê tevdigerin. Tiştên jinên ciwan di binçavkirinan de dijîn ne tenê ferdî ye; hewildana şikandina vîna kollektif e. Rojnameger jî di bin zextê de ne. Li dijî kesên ku van binpêkirinan dibînin û belge dikin lêpirsîn tên destpêkirin. Yanê ne tenê tundî tê kirin, tê xwestin ku eşkere kirina vê tundiyê jî were ceza kirin.”

‘Em weke tekoşîna siyasî û civakî dibînin'

Dîdare Hazal Sûmelî da zanîn ku ew dozên îşkence û binçavkirinan ji nêz ve dişopînin û got ku ew ê serlêdanên sûc ên pêwîst bikin. Dîdare Hazal Sûmelî got: “Ji bo tespîtkirina kiryarên di emniyetê de dixebitin, dê qeydên kamereyan, dokumanên sewqî nexweşxaneyan û îfadeya şahidan bên berhevkirin. Her wiha ji bo ku bijîşk nîşanên îşkenceyê nenivîsin an jî muaynekirina wan red nekin dê serlêdan hem ji saziyên pîşeyî û hem jî ji rayedarên îdarî re bên kirin.” Dîdar Hazal Sûmelî di dawiya axaftina xwe de got: "Em vê pêvajoyê ne tenê weke têkoşîneke hiqûqî, weke tekoşîneke siyasî û civakî dibînin.”