Ji qada 8’ê Adarê: Ev roj bû roja guhertin û veghertinê
Jinên beşdarî pîrozbahiya 8’ê Adarê bûn tekez kirin ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tiyên azadiyê zindî kiriye û gotin ev roj bûye roja guhertin û veguhertinê.

RONÎDA HACÎ
Hesekê – Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi hezaran jinên ji pêkhateyên Hesekê li hev kom bûn û bi coş 8’ê Adarê pîroz kirin. Jinan bi pêyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinan 8’ê Adara îsal veguherandin qada serhildanê.
Jinên beşdarî pîrozbahiyê bûn bi riya ajansa me 8’ê Adarê li tevahî jinên kedkar pîroz kirin.
‘8’ê Adarê bi tekoşîna jinan bû roja guhertin û veguhertinê’
Endama Rêveberiya Ol û Bawerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Welîda Botî 8’ê Adarê li berxwedana jinan a Bendava Tişrîn pîroz kir û wiha got: “Coşa îsal a 8’ê Adarê cuda ye. Ev roj bûye roja guhertin û veghertinê lewma her kes wate û nirx dide vê rojê û pîroz dike. Jinan îsal 8’ê Adarê bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêşwazî kir.”
‘Em tiyê banga Rêber Apo bûn’
Endama Koordînasyona Mala Jin Rîma Îsa tekez kir ku jinan bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hevgirtin û têkoşîna xwe ya azadiyê bilindtir kiriye û wiha anî ziman: “Îro her jinek bi banga Rêbertî û pîrozbahiya ku bi nêrgizek ji jinan şand zindî bûye. Hevgirtina jinan û hebûna wan di vê qadê de bi cil û bergên xwe yên folklorî peyamek e. Jin diyar dikin ku dê xwedî li dîroka xwe ya têkoşîn û berxwedanê derkevin û wê dîroka xwe zindî bikin. Bi rastî em jin tiyê azadiyê ne. Bi vê bangê û pîrozbahiyê coşa me, têkoşîn û îsrara me ya azadiyê û berdewamkirina xeta tekoşînê zêdetir bû. Lewma em vê rojê li keda Rêberê xwe pîroz dikin û em ê ji bo azadiya wî ya fîzîkî her kêlî têbikoşin.”
Rîma Îsa bang li tevahî jinên li Sûriyeyê kir ku hevgirtina xwe xurtir bikin û beşdarî xeleka berxwedanê ya azadiya jinan bibin da ku Sûriyeya azad û demokratîk bi deng û rengê jin were avakirin.