Ji Mexmûrê peyama 8’ê Adarê: Peyama Rêber Apo nexşerêya jiyana azad e
Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê, bi cil û bergên xwe yên Kurdî bi coşek mezin 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin. Jinên wargehê peyama 8’ê Adarê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi kêyxweşiyek mezin pêşwazî kirin.

Mexmûr – Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê, ji 1’ê Adarê ve di bin pêşengiya Meclîsa Îştar de bi dirûşma ‘Bi Rihê Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ Em 8’ê Adarê Pîroz Dikin, Soza Bilindkirina Têkoşînê Didin’ rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê lidardixin. Îro jinên Mexmûrê bi coş û moralekî mezin peyama 8’ê Adarê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 8’ê Adarê pêşwazî kirin.
Tevahî jin û xwendekarên Mexmûrê bi cil û bergên xwe yên Kurdî bi coşek mezin berê xwe dan qada pîrozbahiya Navenda Çand û Hunerê û bi şahiyek mezin 8’ê Adarê pîroz kirin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser giringî û wateya rojê Endama Meclîsa Îştar Leyla Arzû Îlhan axivî.
‘Peyama Rêber Apo nexşerêya jiyana azad e’
Leyla Arzû Îlhan, di destpêka axaftina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hemû jinan pîroz kir û wiha axivî: “Em roja 8’ê Adarê bi peyama Rêber Apo ya ji bo jinan pêşwazî dikin. Ev peyam ji bo me nexşerêya jiyana azad e. Em vê rojê di kesayeta şehîdên xwe de diyarê hemû jinên têkoşer dikin. Ger îro me serkeftinek bidestxisti be, ev keda jinên pêşeng û Rêber Apo ye. Rêber Apo azadiya jinê kir bingeha felsefe û bîrdoziya xwe. Peyama sedsalê ya Rêber Apo, hemû lêyistokên hêzên dagirker, vala derxist. Rêber Apo nêrgisên xaka Kurdistanê ji bo me jinan diyarî şand. Em wek jin dibêjin wê rojek hebe ku ev roj li ser xaka Kurdistana azad bi Rêbertiyek azad û bi rengê jinê bê xemîlandin.”
‘Hêviya gelan û jinan xeta Rêber Apo ya bîrdoziya azadiya jin e’
Leyla Arzû Îlhan, diyar kir ku bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ zincîra koletiyê tê şikandin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Gelê Kurd û jinên Kurd bi pêşengtiya Rêbertî li dijî dagirkeran têdikoşîn. Jinên Kurd wê tucaran tarîtiyê qebûl nekin. Jin êdî bûne xwediyê bîrdozî û pergalek. Hêviya gelan û jinan xeta Rêber Apo ya bîrdoziya azadiya jin e. Wek jinên wargehê û jinên Kurd emê bibin şopdara xeta azadî û demokrasiyê ya Rêber Apo û emê bibin kedkarên jiyan û civaka azad.”
Piştî axaftinê, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê şand, hate xwendin.
Piştî xwendina peyamê, şanoya koma Jînim Jiyanim hate pêşkêş kirin. Piştî şanoyê, hunermedan derketin ser dikê û jinan li ber stranan govend gerandin. Piştre, şanoya bi navê Şerê Bê Dawî hate pêşkêşkirin. Koma Govendê ya Keziyên Azadiyê derket ser dikê û herî dawî Koma Mûzikê ya Stêra Zêrîn û Koma Muzîkê ya Jinên Ciwan stranên xwe pêşkêş kirin.