Malbata Sepîdeh Qolyan rastî îşkence û gefa tecawizê hat
Rejîma Îranê, piştî ku negihîşt çalakvana mafên jinan Sepîdeh Qolyan, 3 endamên malbata wê bi îşkeceyê binçav kir. Sepîdeh diyar kir rejîmê biraziya wê îşkence kiriye û gefa tecawîze lê xwariye.
Navenda Nûçeyan - Çalakvana mafên mirovan û girtiya siyasî ya berê Sepîdeh Qolyan, ragihand ku malbata wê li Dezfulê ji aliyê hêzên "ewlehiyê" ve hatiye binçavkirin û îşkencekirin.
Sepîdeh Qoliyan, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de got ku dema hêzên ewlehiyê nekarîn wê bigrin, ji bo ku teslîm bibe bav û biraziya wê ya 17 salî binçavkiriye û piştre jî birayê wê gazî qereqola polîsan kirine û rehîn girtine.
Zaroka keç a 17 salî rastî îşkenceyê hat
Parvekirina Sepîdeh Qolyan wiha ye: "Êrîşî mala me kirin. Ji ber ku ez li malê nebûm û ji bo ku ez teslîm bibim, wan biraziya min a 17 salî Tahoura û bavê min binçav kirin. Bavê min û Tahoura ne tenê rastî lêdanê hatin, di dema binçavkirin û pêvajoya binçavkirinê de rastî îşkenceyê hatin. Wan dest û lingên bavê min girêdan, li erdê dirêj kirin û heta nêzî mirinê îşkence lê kirin û gotin, 'Tuyê ji ber keça xwe ya bêşerm ve, li vir bimirî û kes jî nizane.'
Gefa tecawizê
Bavê min ji serê û guhê xwe birînên giran girt. Emê serlêdananên fermî bikin. Di derbarê Tahoura de jî dema ku ez vê dinvîsim dilê min perçe dibe. Wan biraziya min heta ku hişê xwe winda kir, derb kirin. Ji bilî êrîşa devkî, gefa kuştin û tecawizê xwarin. Yekîneya ku vê dozê birêve dibe Polîsên Ewlekariyê, wan ji malbata min re ragihand ku 'parastina yasayî hatiye rakirin.' Ev yek ji ber hevpeyvîna ku min da Dengê Amerîkayê, rapora ku min der barê bûyerên Çile de amade kir û nameya ku min der barê darvekirinan de nivîsand e.
Birayê min binçav kirin
Wan bi eşkereyî gotin, ‘Heq e ku xwîna du endamên malbata we were rijandin.' Roja Sêşemê, serokê Qereqola Polîsan a Hejmar 19’an telefonî birayê min Mehdî kir û got, 'Were keça xwe bibîne.' Dema ku birayê min çû wir, hate binçavkirin û piştre veguheztin Girtîgeha Dezful. Gotin ku heta ez teslîm nebin, ew ê wan bernedin.
Peyama‘Ez ê dev ji têkoşîna xwe bernadim’ da
Me, di şevekî de hilbijart ku em li dijî van zaliman derkevin û bibin rêhevalên hev; ji ber vê yekê ev girêdana di navbera me de bi îşkence an jî cezayê nayê şikandin. Me jiyan û ciwaniya xwe ji bo vê dozê feda kir û em ne poşman in. Ez ji vir bang li dozgerê Dezfulê dikim an jî her kesê ku ev biryar daye û wî rayedarê bêberpirsiyar dikim ku emê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Her çend dilê min ji bo birayê min diêşe jî piştgiriya we hêz dide min û ez hêviya xwe ya rojên baştir li benda me ye, diparêz im.”
Sepîdeh Qolyan kî ye?
Sepîdeh Qolyan li Îranê wekî çalakvanek mafên karker û jinan tê nasîn. Ew gelek caran bi sûcdariyên redkirina hîcaba mecbûrî, tevlîbûna "propagandaya dijî rejîmê" û "civîn û hevkariya li dijî ewlehiya neteweyî" hat girtin. Girtina wê ya ewil a di çapemeniyê de cih girt, di sala 2017’an de ji ber çalakiyên wê yên sendîkayî bû. Sepîdeh Qolyan ku di serî de Girtîgeha Evînê li gelek girtîgehan ma, piştî berdana xwe li Îranê ma û piştgiriya têkoşîna ji bo ked û mafên jinan kir. Sepîdeh Qolyan, di demên dawî de ji bo hevgirtinê bi girtiyên ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn rewşa girtiyên jin re kampanyayan dimeşand. Sepîdeh Qolyan a di 30’ê Gulana 2026’an de hate berdan, dema ku ji girtîgehê derket, dirûşma "Mirin ji bo dîktatorê zalim" berz kir.