Ji du xebatkarên Kanal 8’ê agahî nayê girtin

Ji duh êvarê ve agahî ji rojnamevan Ekrem Salih û Cûdî Hec Elî ku bûyerên li Şamê dişopandin, nayê wergirtin.

Navenda Nûçeyan – Kanal 8’ê (Channel 8) li ser malpera xwe têkildarî rewşa rojnamevan Ekrem Salih û rojnamevan  Cûdî Hec Elî ku xebatkarên kanalê ne, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Êvara roja çarşemê (30 Nîsan 2025) hevkarên me Ekrem Salih û Cûdî Hec Elî, rageşî û aloziyên li Şamê dişopandin. Hevkarên me heta saet 6’ê êvarê bi Navenda Nûçeyan a Kanal 8’ê re di nava têkiliyan de bûn, lê ji nişka ve têkilî bi wan re qut bû û ji wê demê ve tu agahî der barê wan de tune ne.”

Her wiha hate gotin: “Hevkarên me jî li Buroya Sûriyeyê, di nav 5 mehên derbasbûyî de bi awayekî pîşeyî karên xwe bi cih anîn û bûyerên wî welatî şopandin. Tevî hewldanên Kanal 8’ê bi tevahiya aliyên têkildar, sazî û rojnamevanên serbixwe re da ku çarenûsa hevkarên me aşkera bibe, lê heta niha tu agehî der barê wan nehatine bidestxistin.”