‘Ji bo parastina jinên li herêmên şer divê tifaqa jinan a navneteweyî were avakirin’
Li Rojhilata Navîn şer her diçe berfireh dibe yek ji wan herêmên Rojava ye, êrîşên Heyet Tehrîr el-Şam û çeteyên bi pere yên DAIŞ’ê didomin. Yek ji cihên ku şer û dorpêç heye jî Xeza ye her wiha li Sûdanê jî bi heman rengî êrîş li dijî jinan didomin.
RECA XEYRAT
Mexrib- Aktivîsta mafên mirovan Naima Aqdad, bal kişand ku mafên jinan, mafên gerdûnî ne, bi civakek diyarkirî bi sînor nîn e û diyar kir ku hevgirtina jinan pir girîng e. Bi taybetî, di serî de Rojhilata Navîn, li herêmên cuda yên ku pevçûn li wan didomin divê binpêkirinên li dijî jin û zarokên keç tên kirin werin şermezarkirin.
Aktivîsta mafên mirovan a Mexribî û endama Yekîtiya Keda Jinan a şaxa Marakeşê Naima Aqdad, der barê şîdeta ku li Rojava li dijî jinên Kurd zêde dibe û her cure şîdeta ku li herêmên cuda çêdibe de hişyarî kir, bang kir ku ji bo jinan mercen parastin û ewlehiyê werin avakirin.
Naima Aqdad, bûyerên bi xeter li van herêman zêde dibin şermezar kir û got ku jinên ku tên revandin, rastî destdirêjiyê tên û bi mirinê re rûbirû ne, da zanîn ku rewşa wan jinan wijdanê mirovahiyê kiriye tevgerê, li hemberî van êrîşên hovane bêdengiya rêxistinên navneteweyî û hevkariya sûc derxistiye holê.
Li herêmên bi pevçûn trajediyek mezin heye
Naima Aqdad, diyar kir ku tevgerên jinan û mirovan ên li Mexribê; tundiya ku li dijî Kurdên Rojava tê kirin û bedela wê ya herî mezin jin û zarok didin şermezar dikin.
Naima Aqdad wiha got: “Her sibeh di platformên medyaya dîjîtal de, em li nûçe û wêneyên girtina keçên ciwan li mekanên veşartî û di bin mercên xirab de ne temaşe dikin. Ev keçên ciwan rastî îşkenceyên hovane, eziyet û biçûkxistinê tên. Ev dîmen, fikarên me yên der barê aqubeta van keçên ciwan en di dest wan çeteyan de mezin dike, dile me dişewitîne.”
Naima Aqdad li dijî bûyerên ku li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin û bi taybetî jin û zarokên keç tên hedefgirtin, weke “hovîtî” bi nav kir û wiha got: “Bi zêdebûna koçberiya komî, hilweşîna binesaziya saziyên xizmetê, nexweşî û şewban re ji bo jinan tu cihekî bi ewle nemaye. Her wiha li Sûdanê bi taybetî li herêma Darfurê jin trajediyek mezin dijîn. Ji ber pevçûnên dijwar ên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de didomin, tu xizmeta tendirustiyê nemaye û ji ber belavbûna şewban, mirina dayîk û zarokan zêde dibe. Di dema koçberiya bi zorê de, revandina jinan, tecawiz û êrîş zêde bûne û jin bi van kiryaran re rûbirû mane.”
‘Divê ku mafên jin û zarokan li herêmên bi pevçûn werin parastin’
Naima Aqdad diyar kir ku ên zêde ji şeran zirarê dîtine jin in û fatûreya mezin a şer ew didin û wiha domand: “Gelek jin hatine kuştin, ên sax mane jî rastî destdirêjî, koçberiyê hatine bi birçîbûni fikari tirs û depresyonê re rûbirû mane û heta tu bibêjî di rewşek zor de dijîn.”
Naima Aqdad, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku mafên jinan mafên mirovî yên gerdûnî ne, ji ber wê hevgirtina jinan şert e û wiha bi dawî kir: “Divê ku binpêkirina mafên jin û zarokan bi taybetî di serî de li Rojhilata Navîn, li hemû herêmên bi pevçûn, werin qedexekirin û jin û zarokên werin parastin. Ji bo ku parastin û ewlehî çêbibe hewce ye tifaqeke jinan a navneteweyî were avakirin.”