'Hevpeymana Civakî kilîta çareseriya pirsigirên jinan û civakê ye’
Jinên herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, di civîna xwe ya şêwra yekem de bal kişandin ser girîngiya rola jinan di avakirina Sûriyeya nû de û diyar kirin ku Hevpeymana Civakî kilîta çareseriya pirsigirên jinan û civakê ye.
TESNÎM EL-SARÎ
Hesekê – Tevgera Jinên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê (Kongreya Star) 7’ê Çileyê bi dirûşma "Em ê bi hevgirtina jinan Sûriyeya demokratîk ava bikin” bi hevkariya tevgerên jinan ên li herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya şêwra yekem li dar xist. Ji bajarên Sûriyeyê bi sedan jin tevli civînê bû. Jinan bal kişandin ser girîngiya Hevpeymana Civakî ya maf û azadiya jinan dixe bin temînatê û diyar kirin ku Sûriye xwedî gelek çand nijad û cudahiyan e. Jinan bal kişandin ku çanda jiyana hevpar, tenê bi pergaleke ku hemû cudahiyan nas dike û xwe dispêre demokrasiyê dikare zindî bibe. Jinên herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî zihniyeta Heyet Tehrîr el-Şam a rola jinan û hemû hevgirtiyan veder dike, bertekên xwe anîn ziman.
‘Me bi îradeya xwe di sala 2012’an de Rêveberiya Xweser ava kir’
Hevseroka Konseya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Evîn got: "Jin di bin zextên rejîma Beasê de hatibûn vederkirin lê me bi îradeya xwe di sala 2012’an de Rêveberiya Xweser ava kir û di 29’ê Çileya 2014'an de me bi fermî îlan kir. Ji bo ku jin di her warê jiyanê de di warê nûnertiyê de wekhev bin, me pergala hevserokatiyê xist meriyetê.”
Evîn Siwêd wiha domand: "Em di têkoşîna bi terorê re rastî gelek zehmetiyan hatin û bi ser ketin. Ji ber vê em hewl didin rola jinan biparêzin. Em naxwazin rêxistinên jinan tenê girêdayî hikumetê bin û di bin bandora zihniyeta mêr de bimînin. Jinên di nava Rêveberiya Xweser de, di warê pêşengî, parastin û siyasete de roleke çalak dilîzin. Piştî hilweşîna rejîma Sûriyeyê divê jin hebûna xwe bidomînin lê zihniyeta Heyet Tehrîr el-Şam û daxuyaniyên wan fikarên gelên Sûriyeyê zêde dike."
Evîn Siwêd axaftina xwe wiha domand: "Hewldanên nedîtina rola jinan, jinên ku di dema krîza Sûriyeyê de êşên mezin kişandine û bi taybetî li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de hatine revandin, qetilkirin û rastî kiryarên xirab hatine bi hêrs dike. Zihniyeta Heyet Tehrîr el-Şam, li dijî demokrastî û rola jinan e."
‘Em ji ber bûyerên li Sûriyeyê diqewimin bi fikar in’
Endama Akademiya Jineolojiyê Zerîban Hisên, sedema lidarxistina civîna şêwra yekem a jinan li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi gotinên; "Li dijî rêveberiya Heyet Tehrîr el-Şam ku biryaran ji bo jinan û hevgirtiyan digre armanca me ew em helwesta jinên Sûriyeyê bikin yek” wiha domand: "Em li bûyerên ku li Sûriyeyê diqewimin razî nîn in. Nabe ku jin werin vederkirin, di têkoşîna bênavber a Sûriyeyê de 14 sal in jin dixebitin û îsbat bûye ku dikarin di her warî de xwedî rol bin. Me li hemû bajarên Sûriyeyê vê dît lê bi pergala Rêveberiya Xweser a li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê zelaltir bû. Di vê pergalê de di partî û saziyan de nûnertiya wekhev û hevserokatî heye.”
Zerîban Hisên wiha domand: "Em rewşa heyî ya li Sûriyeyê û binpêkirinên li dijî gel û baweriyên li Sûriyeyê dibînin. Em dibin şahid ku careke din di rêveberiya ku li ser pêşdarazî û nêzîkahiyên tûj ji nû ve zindî dibe. Jin ji derveyî biryargirtinê tên hiştin. Em ji hemû nêrînan re rêzê nîşan didin, lê em biryarên ku li ser me werin ferzkirin napejirînin. Bi taybetî biryarên ku jinan têkildar dikin. Divê bêyî li pozîsyona mêran were nihêrîn, biryar bi îradeya jinan werin girtin."
Zerîban Hisên, xwest li Sûriyeyê pergaleke ku hemû hevgirtiyan di nava xwe de digre were avakirin û biryar bi awayê ku hemû hevgirtiyan bigrin nava xwe werin dayîn.
‘Civîna şêwra yekem li Sûriyeyê gaveke mezin û dîrokî ye’
Rojnameger Nêrgis Îsmaîl, diyar kir ku li Sûriyeyê bi civîna şêwra yekem hatina ba hev a jinan, gaveke mezin û dîrokî ye û got ku divê jin rola pêşengiyê bilîzin û wiha got: "Em Hevpeymana Civakî ya esas digrin, hewl didin ji bo jinan bingeheke demokratîk ava bikin, hemû hevgirtiyan biparêzin û Sûriyeyê bigihîjînin rewşeke baştir. Li Sûriyeyê civak xwedî çandên cuda ye, bi hezaran salan e, bi hemû cudahiyên xwe maye. Ji ber vê yekê divê rêveberiya Heyet Tehrîr el-Şam demokratîk be û hebûnên cuda biperijîne. Tenê bi vê yekê em ê bikaribin li cihê rejîma Esed rêveberiyek baş û saxlem ava bikin.”
Nêrgiz Îsmaîl di dawiyê de got; "Hevpeymana Civakî, li Sûriyeyê kilîta çareseriya pirsgirêkên civakê û jinan e.”