Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 34 hezar û 12

Wezareta Tenduristiyê ya Fîlîstînê da zanîn ku di êrîşên Israîlê yên ku 196 roje didome de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 34 hezar û 12.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Fîlîstînê daxuyaniyek da û der barê êrîşên Israîlê yên ji 7’ê cotmeha 2023’an heta niha didome de agahî da.

Wezaretê daxuhand ku di êrîşên Israîlê yên ku 196 roje didome de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 34 hezar û 12 û ya birîndaran jî bûye 76 hezar û 833.