Hejmara 115’an a Kovara Jin derket
Hejmara 115’an a Kovara Jin ku heftane tê weşandin bi berga ‘Kurdî: Qedexe, Maf, Pêşeroj’ derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 115’an a Kovara Jin bi berga ‘Kurdî: Qedexe, Maf, Pêşeroj’ derket pêşberî xwendevanên xwe.
Kovarê di vê hejmarê de bal kişand ser zexta li dijî Kurdî û qedexeyan, di heman demê de cih da rêyên têkoşîna li dijî van qedexeyan.
Hemû sernavên di hejmara nû de cih girtin wiha ye:
“* Em Li Virin: Têkoşîna hebûnê, li dijî înkara sedsalî/Dîlan Taşdemîr
* Parêzvanên heqîqetê ziman ‘Jin’/ Cemîle Turhalli
*Tecrubeya perwerdeya zimanê dayîkê ya Kurdan a li Tirkiyeyê/ Dîlan Guvenç
* Bê ziman azadî, bê azadî jî tenduristî nabe!!!/ Komîsyona deng ya xwendekaran
* Ji mal, berbi kolanê ve, ji gotinê berbi berxwedanê ve!/Berfîn Suh
*Hewl bide mehremiyeta vê nivîsê biparêze / Şukran Demîr”