Gelo medya rola jinan di civakê de bi awayekî rast dide xuyakirin?

Ruxmê ku jin di hemû qadên jiyanê de pêşketînên girîng bi dest dixin jî ev pirs hê di rojevê de ye: Gelo medya rola jinan di civakê de bi awayekî rast dide xuyakirin an îmaja wan a qalibgirtî hişktir dike?

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Medya veguheriye amûreke bi bandor ku di avabûna îmgeyên zihnî û zanebûna civakî de nayê biçûkxistin. Ev bandor, hem di naverokên nûçeyan de hem jî di rêzefîlm, reklam û platformên ragihandinê yên medyayê de pêk tê.

Ruxmê ku jin di gelek qadên civakê de weke hêmanek bi bandor û pêşengî de pêşketinê bidest xistine jî şêwaza destgirtina medyayê ya rola jinan heta niha gelek pirsan tîne rojevê. Gelo medya jinan di pêvajoyên pêşketin û biryargirtinê de weke hevkarek rast dibîne, yan jî jinan dixin rolên klîşe ku îmgeyên kevneşopî ji nû ve ava dike?

Me vê pirsê ji rojnamevan Newar Azzam a ji Suweydayê ku ji sala 2018’an vir ve li qada medyayê dixebite, pirs kir. Newar Azzam, li dijî otorîteya rejîma berê pîşeya xwe veşartî dike û lewma rastî zext û zehmetiyên cuda hatiye. Bi taybetî jî ji ber nêrîna biçûkxistî ya civakê li dijî jinên di qada medyayê de dixebitin.

Newar Azzam, diyar kir ku divê li pêşiya îsrar jinên ku dixwazin bixebitin, xwe bi pêş bixin û xeyalên xwe bi cih bûnin tu astengî tunebin û da zanîn ku ruxmê kampanyayên reşkirinê yên bi taybetî di pêvajoya tevgera gel a Suweydayê de li dijî wê hatine kirin jî vê rewş zêdetir wê bihêztir kiriye û bi karê xwe ve hatiye girêdan.

Li cihê bihêzkirinê metakirin

Rojnamevan Newar Azzam, da zanîn ku tevî medyaya giştî hewl dide di hinek aliyan de rola jinan bihêztir bike jî gelek caran jinan mîna amûreke firotin û reklamê bi kar tîne û wiha got: “Ev pêşkêşkirina li ser fîzîk, deng û cil û bergên jinan mîna ‘metabûyîn’ e. Ango jin van rêbazan mîna amûrek ku temaşevanan bi bandor dikin tên bikaranîn.

Newar Azzam, di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje: “Pir kêm em rojnamevanek jin a ji ber jêhatibûna xwe derfet jê re hatiye dayîn dibînin. Mîna cangorî Şîrîn Ebû Aqilê ya di vê qadê de kêm tê dîtin. Gelek dezgehên ragihandinê ji bo hilbijartina pêşkêşvanan berê xwe didin aliyê fizîkî.”

‘Liyaqat ji taybetiyên fîzîkî girîngtir e’

Ruxmî rexneyan jî Newar Azzam diyar dike ku hinek dezgehên medyayê fîgurên mînak pêşkêş dikin. Azzam, da zanîn ku yek ji van jî fîgur Oprah Winfre ye û diyar kir di serkeftinê de pîvana herî rast liyaqet e.
Piraniya rolên jinan, dayîktî, xweşiktiya cild û bernameyên tenduristî û xweşikbûnê yên girêdayî fîzîkî tên esasgirtin. Mixabin fîgurên jin ên mîna parêzer, mamoste û çalakvan ên di civakê de bi bandor in qet nayên nîşandan.

Newar Azzam diyar dike ku heta niha medyayê di mijara pêşkêşkirina jinan bi awayê rast de kêm dibîne. Nuwar Azzam, da zanîn ku hinek gotinên gelek caran di medyayê de tên bikaranîn jî nirxên jinan biçûk dixin û wiha got: “Mînak gotina “li pey hemû mêrên serkeftî, jinek heye” jinan di siyê de dihêle û rola wan tenê weke piştgirî dide pênase dike. Her wiha hevoka ‘jina serkeftî dike bi deh mêran’ an jî serkeftina wê îstîsnayek diyarkirin, nîşaneya domandina nêrîna mêr a medyayê ye. Medya gelek caran fîzîk, deng û cil û bergên jinan mîna amûra danasînê dibîne. Ev jî jinan meta dike.”

Newar Azzam bi gotina; “Divê em dev ji pêşkêşkirina jinan a mîna mexdûr an jî mirovên qels berdin”  wiha berdewam kir: “Divê em qebûl bikin ku jin bi hebûna xwe, dikarin nasnameya xwe ava bikin û xeyalên xwe pêk bînin. Divê li şûna gotinên qehremanî û hestiyarî, nêzikatiyeke rast bê nîşandan.”
‘Divê zimanê medyayê biguhere’
Rojnamevan Newar Azzam, di dawiya axaftina xwe de, bang kir ku pêwist e di medyayê de gotinên têkildarî jinan bên guhertin û wiha got: “Divê gotinên ku jinan biçûk dixin an jî dixin plana duyemîn neyên bikaranîn û li şûna vê zimanekî ku zanebûn û serkeftina jinan derbixe pêş bê bikaranîn. Bi taybetî jî li herêmên şer jin ruxmê hemû zehmetiyan jî gelek caran, bi berxwedan û têkoşînê hêza xwe nîşan didin.”