Fransa biryar da 3 jinên li Sûriyeyê tevlî DAIŞ’ê bibûn bigre
Dadgeha Cezayan a Fransayê biryar girtina 3 jinên li Sûriyeyê sala 2015’an tevlî DAIŞ’ê bibûn da.
Navenda Nûçeyan – Dadgeha Cezayan a Taybet li paytexta Fransayê Parîsê, duh (18 Mijdar) biryara girtina 3 jinên ku li Sûriyeyê sala 2015’an tevlî DAIŞ’ê bibûn da, yek ji wan jinan berê di artêşa Fransayê de cih girtibû.
Li gorî ajansa Fransî dadgehê cezayê 12 salan da leşkera artêşa Fransa ya berê Lînda B (43), cezayê 9 salan da Şehrezad S (40) û cezayê 5 salan da Sara L (36).
Her sê jin beşdarî DAIŞ’ê bûne
Li gorî hûrguliyan, leşkera artêşa Fransayê di Sibata sala 2015’an de bi 3 jinên din re berê xwe da Sûriyeyê, li Sûriyeyê 5 salan li herêmên di bin kontrola DAIŞ’ê de ma, Hezîrana sala 2017’an bi zarokê xwe ya 3 mehî re vegeriya bajarê Reqayê.
2 jinên din, wê demê bi yek ji çeteyên DAIŞ’ê yê bi navê Adriyan Xihal ê ku berpirsyartiya êrîşa bajarê Nîs ê Fransayê sala 2016’an rakiribû û di encama wê êrîşê de 86 kes hatibûn kuştin re zewicî bûn.
Dadgehê diyar kir ku Şehrezad S ji cihê xwe yê ku hevjînê wê jê re pêşkêş kiribû re sûd wergirtin, 3 zarokên xwe bi xwe re sewqî herêmên di bin kontrola DAIŞ’ê de kiribû.
Her wiha dadgehê destnîşan kir ku Sara L berpirsyartiya rêya xwe ya berê rakir û guhertinên piştî vegera li Fransayê ya ku li jiyana wê rû da hesab kir.