Foruma Erebî ji bo Ciwanan, Aştî û Ewlehiyê bi dawî bû

Foruma Erebî ji bo Ciwanan, Aştî û Ewlehiyê ya bi dirûşma “Hevkarên di aştiyê de Ciwan pêşerojê ava dikin” pêk hat, bi destnîşankirina rêbazên zêdekirina rola ciwanan a di biryardayînê de û xurtkirina çanda aştiyê, bi dawî bû.

NECWA RAHÊM

Cezair –  Foruma Erebî ji bo Ciwanan, Aştî û Ewlehiyê ku bi dirûşmeya "Hevkarên di aştiyê de.. Ciwan pêşerojê ava dikin" hat lidarxistin, duh êvarê bi dawî bû. Forum ji hêla Wezareta Ciwanan ve bi hevkariya Bernameya Geşepêdanê ya Neteweyên Yekbûyî ve hate organîzekirin.

Beşdarên Forumê li ser girîngiya tevlîkirina ciwanan a li pêvajoyên avakirina aştiyê û zêdekirina rola wan a di bihêzkirina aborî û civakî de li hev kirin. Beşdaran got wek bingehek ji bo avakirina civakên aram, ji bilî beşdarbûna çalak a di rêyên pêşkeftinê û xurtkirina çandeke aştiyê de, lihevkirin şert e.

Ji Cezayîr, Tûnis û welatên Ereb beşdar bûn

Di nav du rojên nîqaşên dijwar de, forumê qadeke stratejîk ava kir ku komeke elît ji ciwanan, pispor û wezîrên ciwanan ji Cezayîr, Tûnis û welatên din ên Ereb, ji bilî nûnerên saziyên ji Şam û Bakurê Afrîkayê û saziyên navneteweyî, anî cem hev. Forumê xwest ku ciwan, li ser rêbazên xurtkirina rola ciwanan a di biryardana herêmî de nîqaş bikin.

Komxebatên roja dawî li ser mijarên girîng ên têkildarî pêşîgirtina li tundrewî û tundiyê û pêşxistina çanda toleransê sekinîn. Komxebatan ‘teknolojî û rastiya dîjîtal’, wek amûrên ji bo avakirina aştiyê û redkirina gotinên nefretê destnîşan kirin.

‘Derfetek rastîn ji bo bilindkirina pirsgirêkên desthilatdariyê’

Xwendekara hiqûqê û çalakvana Komeleya "Hawaa Al-Wansharis" û yek ji beşdarên forumê Merwa Bakriyê, balkişand ser pêwîstiya beşdariya ciwanan a li pêvajoyên avakirina aştiyê. Merwa got ku ev yek ji bo ku hêz û ewlehiya mirovan pêşve bibin girîng e û wiha got: “Ev forum ji bo bilindkirina mijarên hêzkirina aborî û civakî wek hêmanek bingehîn a ji bo avakirina civakên aram, derfetek rastîn bû.”


‘Divê rola ciwanan were xurtkirin’

Di rûniştinan de nîqaşeke kalîteyî li ser çarçoveyên yasayî yên navneteweyî û rola wan a di parastina aramiyê de hate kirin. Xwendekar Kawthar Hatab ku pisporê yasaya navneteweyî li Zanîngeha Ebû Bekr Belkaid e û endamê "DZ Young Leaders" e, vîzyonek akademîk pêşkêş kir. Kawthar balkişand ser hişmendiya yasayî û hemwelatîbûna çalak bi hev ve girêda. Kawthar Hatab kêfxweşiya xwe û serbilindiya xwe ji bo organîzekirina vê forumê anî ziman. Kawthar, girîngiya xurtkirina rola ciwanan di ewlehî û aştiyê de destnîşan kir û zêde kir ku aşînabûna ciwanan bi van qanûnan, şiyana wan a parêzvaniya navneteweyî û beşdarbûna bi bandor di rêyên pêşkeftinê de zêde dike.

Hişmendiya yasayî û teknolojiyên dîjîtal

Forum bi komek pêşniyaran bi dawî bû ku hêviyên ciwanên Ereb nîşan didin. Forumê tekez kir ku veberhênana li ser hişmendiya wan a qanûnî û teknolojiyên dîjîtal awayê çêtirîn e û ev nêrîn derxistin holê: “Ji bo çêkirina polîtîkayên ku wan dikin hevkarên rastîn a di bidestxistina aştiya domdar de, ne tenê sloganek e. Ew, rastiyek e ku ji hêla ciwanan ve bi rêya hêzdarkirina berbiçav û naskirina eşkere ya statuya wan wek stûnek bingehîn a neteweyê hatî afirandin.”