Fîlozofa femînîst Elizabeth Anderson piştgirî da banga dîrokî
Fîlozofa femînîst Elizabeth Anderson ragihand ku ew piştgiriyê dide Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin.
Navenda Nûçeyan – Fîlozofa Emerîkî Elizabeth Anderson piştgirî da Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku 27'ê Sibatê hate destpêkirin.
Fîlozofa femînîst peyamek ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re şand û bi van gotinan piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê anî ziman:
"Bi hatina sala nû re em pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Her gava bi pêş ve ya li Tirkiyeyê ji bo civakeke demokratîk û aştiyane bê avêtin, wê nîşanî me hemûyan bide ku cîhaneke hîn baştir pêkan e. Otorîterî xwe dispêre nêrîneke bêhêvî û qebûlkirinê. Ji bo demokrasiyeke xurt û zindî jî pêwîstî bi hêviyê ye. Ji her kesên ku li Tirkiyeyê ji bo aştiyê dixebitin, ji gelê Tirikykeyê û tevahiya mirovahiyê re hêviya başiyê dixwazim."