Îlham Ehmed: Hikûmeta demkî li dijî Kurdan şerê qirkirinê ragihandiye

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehemed da zanîn ku Hikumeta Demkî ya Suriyeyê dijî taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şer ragihandiye.

Navenda Nûçeyan – Di êrîşên komên çete yên ji duh ve li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê de zirarên mezin bi mal û binesaziyan bûn. Heta niha 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û 52 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Sûryeyê li dijî taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya ku bi sivîlan dagirtiye şer ragihand.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehemed li ser hesabê xwe yê X’ê ev peyam parve kir û got: “Hikûmeta Demkî li gorî peymana 1’ê Nîsanê tevnagere û li hemberî vî şerî ew berpirsiyare. Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Sûryeyê şer li dijî taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ragihand û danûstandinan napejirîne.”

Îlham Ehemd destnîşan kir ku piraniya kesên ku li her 2 taxan dimînin ji Efrîniyên ku ev 7 sal koçber bûne. Destnîşan kir ku hikûmetê şerê qirkirinê li dijî Kurdan ragihand ku di bin rejîma berê êş kişandine.