Fîlîz Budak: Dixwazin xeta nîjadperestiyê di nav gelan de ava bikin
Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak diyar kir ku yek ji armanca van êrîşan, avakirina xeta nîjadperestiyê di nava gelê Kurd de ye û got ku divê li dijî wê yekê bangawaziya xurt a yekitiya gelan were kirin.
BERJÎN KARA
Mexmûr- Ji 6’ê Çileyê ve hikûmeta demkî ya Suriyeyê (HTŞ) bi hevkariya hêzên navdewletî û taybetî jî dewleta Tirk a dagirker êrîşên qirkirinê li Rojavayê Kurdistanê dane despêkirin. Di van êrîşan de bi dehan kes hatin qetilkirin û gelek şervanan di şerê li hember vê hovîtiyê de nemir bûn. Bi taybetî jî çeteyên hov navendên jiyanî yên wek elektrîk, xwarin û vexwarinê yên gel dikin hedef. Lê tevî ewqas êrîş û zehmetiyan jî gel û şervanên Rojavayê Kurdistanê bi berxwedanek bêhempa bersiva êrîşan didin. Di heman demê de, ji bo parastina rûmetê ji hemû aliyên Kurdistanê, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê gel berê xwe didin Rojava. Her wiha li seranserî Kurdistanê û derveyî welat jî gel rabûye ser piya û çalakiyan dikin û bi yek dengî banga berxwedanê dikin.
Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) jî gel rabûye ser piya û bişev û biroj çalakiyan li dar dixin. Her wiha di çarçoveya destekdayîna berxwedana Rojava û bangawaziya seferberiyê de çalakiyek 24 saetî hatiye destpêkirin. Xelkê Mexmûrê bi çalakiyên xwe diyar dikin ku ew heta dawiyê bi berxwedana gel a li Rojavayê Kurdistanê re ne.
Têkildarî siyaset, polîtîka û êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê, Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak ji ajansa me re axivî.
Fîlîz Budak êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê tên meşandin bi tundî şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Hemû gelê Rojava yê ku îro bi zanabûna şerê gelê şoreşgerî li ser piyan e ku digel hemû êrîş û bêderfetiyan jî kêliyek ji parastina şerê rûmetê gav paşde navêjin, bi hurmet û rêzdarî slav dikin.”
‘Êrişên îro li ser Rojavayê Kurdistanê tên meşandin li dijî pêvajoyê ne’
Fîlîz Budak diyar kir ku li pişt van êrîşan hêzên emperyal ên desthilatdar hene û armanca wan jî têkbirina projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a yekitiya gelan e. Budak, ev tişt gotin: “Di heman demê de ger em di aliyê îdeolojîk de lê binêrin, êrîşên niha li ser Rojavayê Kurdistanê tên meşandin mijar ne bajarek an parçeyek xak girtin e, li vê derê di Rojhilata Navîn de projeyek Rêber Apo yê avakirina yekîtiya gelan bi hev re heye. Rêbertî bi wê pêvajoyê xwest ku di Rojhilata Navîn de di pêşengtiya Kurdan de yekîtiya gelan, xwişk û biratiya gelan were avakirin ku bikaribe li hemberî hêzên desthilatdar ku dixwazin hertim li gorî şer û krîzên ku ew didin avakirin, li hember wan ev alternatîf, ev pêvajo da destpêkirin û ev sîstem da destpêkirin. Ev sîstem di kesayeta Rojava de mirov dikare bêje cihê xwe dîtibû. Li Mexmûrê sîstema Netewa Demokratîk heye. Mexmûr yek gel, netew û nîjad e, lê li Rojava şêweyê vê yê şênber ku mirov bikaribe li cîhanê berbelav bike hat danîn. Ji ber ku li wir Ereb, Suryan, Tirkmen, Dûrzî û di nav de gelê Kurd ango li wir sîstema Konfederal hat avakirin. Ji ber wê ger em di vê çarçoveyê de bigrin dest, êrîşên îro li ser Rojavayê Kurdistanê tên meşandin, li ser fikrê Rêbertî, li ser bangawaziya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û avakirina yekîtiya gelan e. Ji ber dema gelên Rojhilata Navîn di bin sîwanekê de kom bibe û pergalake xwe bi hev re ava bike, hêzên emperyal ên desthilatdar wê nekarin hesabên xwe yên sedsalan ên siyasî û polîtîk li Rojhilata Navîn bidin pêkanîn.”
‘Li Rojhilata Navîn gelan kirin dijminê hev’
Fîlîz Budak destnîşan kir ku hêzên emperyal bi sedsalan e ji bo perçekirina Rojhilata Navîn di hewldanan de ne û got: “Ji ber bi van polîtîkayên xwe yên sedsalan ji 1639’an bi Qesrî-Şîrîn Kurdistan kirin du perçe û du dewletan li ser kirin desthilatdar, heta 1924’an di peymana Lozanê de kirin çar perçe û bi vê çar dewletên din ên ku bikarin bikin desthilatdariya xwe, de dan avakirin. Ji bo cardin perçekirina Rojhilata Navîn, 22 dewletên Ereban dan avakirin. Li vê derê ji sedsalan û pê de polîtîkayek hêzên desthilatdar ên li ser parçekirina Rojhilata Navîn û rêvebirina wê heye. Li Rojhilata Navîn gelan kirin dijminê hev û wekî ku bi hev re naxwazin jiyan bikin nîşan dan.”
‘Pêwîst e herkes îro li derdora vê berxwedanê kom bibin’
Budak anî ziman ku êrîşên niha li Rojavayê Kurdistanê tên meşandin ji bo tevayî cîhanê metirsî ye û got ku divê tevahî gelên dixwazin di nav yekgirtinê de bijîn, pêwîst e li derdora hev kom bibin. Budak wiha berdewam kir: “Rêbertî bi vê projeyê xwest gelan nêzî hev bike. Yê ku bikare yekrêziya Rojhilata Navîn çêke, yekgirtina gelan e. Ji ber wê êrîşên îro li ser giştî Rojavayê Kurdistanê tên meşandin di vê çarçoveyê de bigrin dest, wê ev êrîş li her cihê ku destkeftiyên gelê Kurd werin pêkanîn. Ango li ser Bakur, Başûr û Rojhilat jî heye. Bi heman şêweyî li ser her netewekî ku di îdiaya em ê yekitiya gelan bidin avakirin û li derdora projeya Rêbertî kom bibin, ev xeterî heye. Ji ber wê yekê dostên Kurdan, hevalên Kurdan, cîranên wan, hêzên demokratîk, ên ku naxwazin dibin hêzên desthilatdar de jiyan bikin, pêwîst e îro li derdora vê berxwedanê kom bibin. Ev xeterî li ser şoreşa jinê, şoreşa Rojava ku jinan pêşengtî jê re kiriye, heye.”
‘Kobanê bûye derdek ji bo wan’
Fîlîz Budak got ku şerê ku niha li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin îdeolojîk e, her wiha hebûna tevayî gelan dike metirsiyê û ev tişt anîn ziman: “Ev şer ne tenê şerekî fîzîkî ye, ji ber wê yekê îro bi destwerdana li Îranê re hewl didin wan çeteyan li Îran û Iraqê belav bikin. Ev yek xeterî ye. Amedekariya şerekî li hember Îranê bê kirin heye, dixwazin vî şerî bi çeteyên DAÎŞ’ê birêve bibin, li Iraqê tevlîheviyek heye. Ev çeteyên terorîst li Îran û Iraqê belav dikin ku bixwazin bi wana tişta li Rojava bi sernexistin, li Başûrê Kurdistanê û li Rojhilatê Kurdistanê biser bixin. Ji ber vê yekê bi taybetî girtîgehên DAÎŞ’ê dikin hedef. Ewê ji van çeteyan çi bikin, armanca wan çi ye? Ya ku raya giştî lêpirsîn bike ev pirs in. Em wek gelê Kurd van polîtîkayan baş dizanin. Bi van çeteyan dixwazin bi gelê Kurd çok deynin. Kobanê bûye derdek ji bo wan, di kesayeta Kobanê de şoreşa Rojava biser ket. Îro dewleta Tirk rojane li ser sînorê Kobanê dewriye davêje, sewqiyatên leşkerî dike û bi balafiran êrîş dike. Ango êrîşek cidî heye. Bi vê yekê dixwaze ji gelê Kurd re bêje, tu di Kobanê de serketî lê ez nahêlim ew serkeftina te demdirêj bibe ezê di Kobanê de têk bibim. Ji bo wê pêwîst e em xeteriya ku îro li ser Rojavayê Kurdistanê ye, li ser tevayî gelê Kurd û bi gelê Kurd re li ser dostên wê û pêvajoyê bibînin.”
‘Dixwazin di nava gelê Kurd de xeta nîjadperestiyê bidin avakirin’
Fîlîz Budak diyar kir ku bi zanebûn dixwazin xetek nîjadperestiyê di nava gelê Kurd de bidin avakirin û got: “Xeteriyek din a di Rojava de heyî ew e ku nîjadperestî li ser Kurdan tê ferzkirin. Me bawerî bi yekîtiya gelan anî, îro gelek kes dibêjin baweriya me bi gelê Ereb û Tirkan nîne, ev yek ne rast e. Em li vir dixwazin gel bi hev re bijîn, dijmin vê yekê bi zanabûn dike. Erebên ku te wan ji şerê DAÎŞ’ê rizgar kiriye û parastiye, îro bi aqil û hebûna wan tê lîstin ku li hember gelê Kurd çek bikar tînin. Yê ku ne di ferqa vê polîtîkayê de be cardin ew meqesa di navbera gelê Kurd, Ereb, Fars, Ermen û Tirk de hatî vekirin wê berfireh bibe. Li cihê ku em bertek nîşa bidin, divê em bangawaziya yekîtiya gelan bikin. Em xwecihên wî axî ne. Pêwîst e em neyên lîstokên hêzên deshilatdar. Em li dijî nîjadperestiyê yekîtiya gelan hedef dikin. Armanca Rêbertiya me, avakirina yekîtiya gelan e. Armanca şerê niha li Rojavayê Kurdistanê derbe li yekîtiya gelê Kurd bixe.”
‘Em heta dawî bi berxwedana gelê xwe yê Rojava re ne’
Fîlîz Budak di dawiyê de piştgiriya gelê wargeha Mexmûrê ya bi gelê Rojavayê Kurdistanê re anî ziman û wiha got: “Wek gelê Mexmûrê jî em li ser lingan in. Heta dawî çi ji me tê xwestin, di aliyê piştgiriya fîzîkî ya çûyîna Rojavayê Kurdsitanê be, di aliyê kampanya, bangawazî, çalakiyan de be em ê hertiştî bikin. Ji ber ev êrîş li ser hebûna gelê Kurd û îradeya gelê Kurd e. Ya me jî bi îradeya gelê Rojavayê Kurdistanê, bi îradeya girtîgeha Amedê ya salên 80’an em dibêjin ‘Berxwedan Jiyan e’ û em ê vê berxwedanê bi têkoşîna serkeftinê tacîdar bikin.”