Du sal in li bendê ye cenazeyê keça wê ji bin kavilan bê derxistin
Dayîka Filistînî Werê Mesûd xeyal dike ku dest bide gora keça xwe, kûlîlkan li ser biçîne û dibêje "Ev du sal in cenazeyê keça min di bin kavilên mala me de ye. Tevî ku bang li rêxistinan dikim ku wê derxin jî, bersiv nadin min."

REFÎF ISLÎM
Xeza – Werdê Mesûd nizanîbû ku termê keça wê ya mezin Elaa Mesûd wê heta niha di bin kavilên mala wan de bimîne. Destên wê di nav komên keviran de mînaku alîkariyê bixwaze, dirêjkirî bûne. Heta niha dayîka Elaa bang li rêxistinan kiriye ku ji bo derxistina cenazeyê keça xwe, veşartina wê û dayîna belgeya mirina wê, alîkariya wê bikin.
Li gor şahidiya Werdê Mesûd bûyera bi êş, di 18'ê Mijdara 2023'an de dema ku Werdê û keça xwe Elaa Mesûd a 19 salî li ber deriya mala xwe xwarin amade dikirin, pêk hat. Dema Elaa xwest derbasî hundirê malê bibe û ava vexwerinê ji xwe re bîne, hêzên Îsraîlî mala wan kir hedef û di encama êrîşan de xaniyê wan hilweşiya. Tenê Elaa di bin kavilan de, bê alîkarî ma û jiyana xwe ji dest da. Heta niha ji bin kavilên malê nehatiye derxistin, ev jî êşa Werdê Mesûd dijwartir dike.
'Heta niha keça min di bin kavilê malê de ye'
Dayîka Elaa, bi dilek disûje qala keça xwe kir û wiha got: “Keça min fîzyoterapî dixwend û tu car daxwaza cîranê xwe bi dilekî xemgîn qebûl nedikir. Bi dilekî germ diçû, masajê diqedand û hewl dida êşa cîranên din fêm bike. Ew her bi zarokan re di nava têkiliyan de bû. Em xeyal dikin ku destê xwe bide gora wê, gul li ser biçînin û wekî ku her roj dikir, demek dirêj bi wê re biaxive, da ku zehmetiyên jiyanê yên ku di nebûna wê de bêtehemûl bûbûn sivik bike. Her wiha ji ber heta niha di bin kaviran de ye, em nikarin îspat bikin ku miriye, ji bo ku şahadeta mirinê jê re çêkin.”
Di nav kêm derfetan de li jiyanê digerin
Werdê Mesûd behsa zehmetiyên xwe di jiyanê de anî ziman û wiha got: “Hevjînê min beriya şer di qezayek de birîndar bû. Nikare bimeşe. 7 zarokên min keç û kurekî heye. Ez mecbûr im ku mulzemeyên xwerinê û jiyanê di nava tunebûn û kêm derfetan de ji zarokên xwe re peyda bikim. Em malbatek sivîl bûn. Tu eleqeya me bi rêxistin û tevgerên siyasî re nînbû, heta ku bi hovane mala me kirin armanc û zarokê min qetil kirin.”
'Di encama êrîşan de zarok bi tevliheviyên derûnî re dijîn'
Di dawiyê de Werê Mesûd diyar kir ku dixwaze şerê li herêmê bidawî bibe û wiha got: “Zarokên min ên biçûk, ji dengê top û tivingan ditirsin. Berpirsyariya parastina van zarokan tenê dikeve ser milên me. Dema êvar dibe, ji tirsan em nikarin derkevin derveyê çadira xwe. Di encama êrîş û şerê dijwar de, zarokên min bi tevliheviyên derûnî re dijîn.”