Di êrîşa Îsraîlê de 2 jê zarok 3 Filîstînî mirin
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de zarokek, ji birîndarên êrîşa li hember bajarê Han Yunusê pêk hat, zarokek û 3 kesên din mirin.

Navenda Nûçeyan - Êrîşên Îsraîlê yên li hember Xezayê, berdewam dikin. Li gor agahiyên ji çavkaniyên nexweşxaneyan hatine girtin, di êrîşa ku Îsraîlê li hember herêma Kerame ya li bakurê Xezayê lidar xist de, zarokek mir û çend kes jî birîndar bûn.
Her wiha di êrîşên ku Îsraîlê beriya niha li hember bajarê Han Yunus û rojavayê bajarê Xezayê lidar xist de çend kes birîndar bûbûn. Ji vana zarokek û 3 Filîstînî mirin.
Li gor agahiyên ji şahidên bûyerê hatine girtin, balafirên şer û wesayîtên zirxî yên Îsraîlê, li hember herêmên rojhilatê Xezayê, hêzên deryayî yên Îsraîlê jî li hember herêma Mevasî ya li rojavayê Han Yunusê, êrîş pêk anîn.
Taxên li başûr û rojhilatê bajarê Han Yunusê û taxên Şucaiyye û Tuffahê, çend herêmên li rojhilatê bajarê Xezayê, ji şevê din ve ye di bin bombebarana zêde ya Îsraîlê de man.