Befrim Marufî bi hiceta xebatên xwe yên siyasî hate girtin

Befrîm Merufî ya xelkê Bokan ya Rojhilatê Kurdistanê, ji bo cezayê ku bi hiceta xebatên wê yên siyasî lê hatiye birîn bikêşe, hat girtin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafê Mirovan Herana ragihand ku duh jinek Kurd ya bi navê Befrîm Merufî ya xelkê Bokan ya Rojhilatê Kurdistanê, ji bo cezayê ku bi hiceta xebatên wê yê siyasî lê hatî birîn bikêşe, şandine girtîgeha Urmiyeyê.

Gorî heman nûçeyê beriya niha şaxa 101 ya Dadgeha Sucan ya Bokanê, ji ber fikirên siyasî 4 meh û 7 roj cezayê girtîgehê li Befrîm birîbû.

Hêjayî gotinê ye di 30’ê Çileyê (2025) de Befrîm Merufî li Bokanê hatibû binçavkirin, piştî wê di 15’ê Sibatê de bi kefalet, bi awayek demkî hatibû berdan.