Tekane hêviya jinan li Efganistanê têkoşîn e
Pêleke nû ya ji kar derxistin û kêmkirina mûçeyan ku ji aliyê Talîbanê ve li Efganistanê hatiye destpêkirin, fikarên jinan hîn zêdetir kir. Jin dibêjin ku yekane hêviya wan têkoşîna jinan e ku li welêt û li çaraliyê cîhanê pêş dikeve.

BEHARÎN LEHÎB
Efganistan – Efganistan ku wek welatê çandiniyê tê dîtin, li gorî hinek lêkolînan, niha di aliyê civakî de dibe ku wek welatek feodal, nîv burjuva û nîv qirkirin were binavkirin. Di vê pêvajoyê de bandora Talîban û komên cîhadî li giştiyê welat, di rewşa ku serdestiya çêkera civakê zêde bûye de heye. Ji Darbeya Hordad 1978 heta niha, bi taybetî ev hêzên ku xwîna jinan dimije, welat birê ve dibin.
Ji ber van şertên civakê, li bajarên mezin tenê hejmarek kêm fabrîqe mane. Ew jî tenê muşrubat, pêlavên plastîk û tiştên hesin çêdikin. Beriya darbeya 1978’an fabrîqeyên çîmento, nexşandin û tiştên biçûk hebûn. Lê belê ev piştî şer hatin talankirin û avahî hilweşiyan. Di qadek wisa de beşek gel bi çandiniyê re mijûl dibe, lê belê lêhî, firtûna û hişkesalî her tim berheman tune dike. Tevî vê jî, di nava 20 salên dawî de li Efganistanê xwenda û rewşenbîr di saziyên dewletê de wek mamoste û karmend dixebitin. Hinek jê piştî ku diqedînin, bi zorê dikarin kar bibînin. Ji ber di wê demê de fersendên kar bi piranî bi pere yan jî nasên wan di erkên bilind de bûn, dihat dayîn. Bala xwe nedidan tecrubeya wan.
Bi hatina Talîban re civak têk çû
Bi destpêkirina serdestiya Talîbanê re, hemû rêk û pêkiya civakê di carek de têk çû û karmendên dewletê ketin rewşek ne baş. Piraniya jinan ji kar hatin derxistin û tenê hejmarek kêm a kesan dikarin di qadên tenduristî û perwerdê de karên xwe bidomînin. Her çend mûçeyên van jinan bên kêmkirin jî, ji bo ku karê xwe didomînin, kêfxweşiya xwe dianîn ziman.
Di hemû daîreyên dewletê de kesên ku ji aliyê ‘Wezareta fermana başiyê bike, dest ji xirabiyê berde’ ve hatin erkdarkirin, ji bo pirsgirêkên olî fêrî xebatkaran bikin, hatin erkdarkirin. Bi îfadeyên xwe ‘di 20 salên dagirkeriya kafiran de, gelê Efgan ber bi xeberan ve biriye, niha divê vegerin ser ola xwe.’ Karmendên dewletê vê pêkanînê wek biçûkxistin dîtin. Di heman demê de gelek caran ezmûnên olî hatin kirin û ji bo ku yên biser nekevin ji kar derxin, kirin hedef.
Gelek kesan ji kar derxistin
Di qada ewlehiyê ya welat de, Talîbanê hemû personelên aydî hikûmeta berê, ji kar girtin. Mirovên ku bi xwe jê bawer dikin bicîh kirin. Bi vî awayî, ser sûcên hatine kirin girtin û karîn karên xwe bi domînin. Lê belê ji kar derxistin bi vê ve sînordar nebû. Di mehên dawî de, ne tenê nerazandina mûçeyên wan, biryar hat dayîn ku bi taybetî jin, piraniya mamosteyan û hinek mêr jî di nav de, dawî li karê hejmarek zêde kesan bînin. Di nava gel de bê hêviyek mezin û bê çaretî serdest e. Di rêveberiya Talîbanê de pêşeroja xwe tarî dibînin. Biryara derbarê qutkirinên mûçe û ji kar derxistinê de, di destpêka sala 2025’an de, ji aliyê serokê Talîbanê Molla Hibetullah Ahundzade ve hate dayîn. Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya herêmî ya Efganistanê de cih girtine; nivîsa fermî ya hejmar 5377/717 ji Wezareta Darayî re hatiye şandin, bi vê nivîsê ferman hatiye dayîn ku mûçe û personel kêm bibin. Li gorî daneyên herî dawî hatine weşandin, 92 personelên di kreşan de dixebitin û li gel wan zarok jî, ji kar hatin derxistin.
Karmend fikara ji kar derxistinê dijîn
Di hevdîtinên ku li Kabulê li gel hinek mamosteyan hatine kirin de, tirsa windakirina karên xwe û fikarên wan bi eşkere dihat danîn. Reyhana Reyhan li dibistanek Kabulê mamoste ye û wiha dibêje: “Ez dersê didim zarokên keç, heta pola 6’an. Hevjînê min di saziyek leşkerî de erkdar e. Ger em herdu ji kar werin derxistin, em nizanin emê debara malbata xwe ya 5 kesî çawa bikin.”
Mamostayek din Aryana Nevab li navçeyek Kabulê dixebite. Ew jî dibêje “Ez ji vê rewşê bêzar bûme. Ez her roj tirsa ku wê ji kar werim derxistin dijîm. Debara malbata me ez tenê pêk tînim. Ger ez ji kar werim derxistin, ez ê jî wek gelek jinan di mal de mehkûmî jiyana girtîgehê bibim.”
‘Navê min di lîsteya kesên dê ji kar bên derxistin de ye’
Yasemîn Yar dayîka 4 zarokan e, hevjînê wê beriya desthilatiya Talîbanê di êrîşek întixarî ya li nêzî Wezareta Parastinê pêk hatiye de jiyana xwe ji dest daye. Yasemîn wiha dibêje: “Piştî hevjînê min jiyana xwe ji dest da, ji bo ez zarokên xwe xwedî bikim, di daîreyek dewletê de wek erkdara paqijiyê min dest bi kar kir. Destpêkê tenê min karî mûçeyê du mehan bigrim. Di nava tirs û gefan de min karê xwe dom kir. Lê belê niha ez di lîsteya yên ku ji kar tên derxistin de cîh digrim. Min bi caran ji serokê beşê re got kes nîne ji bo me kar bike, lê belê guh neda min. Bi awayek hêrsok ji min re got ‘tu kafirî’ û ez ji daîreyê avêtim.”
Hêrsa jinan zêde dibe
Ji ber vê yekê jin dixwazin rejîma Talîbanê hilweşe û protestoyên jinan ên ji derve û hundir, wek ronahiya hêviyê dibînin. Rewşa niha ya Efganistanê, bi taybetî ji bo jinan tê wateya otorîterî, cûdakarî û krîza mirovî ya kûr dibe. Talîbanê ne tenê pergala aborî û perwerdê qels kiriye, di heman demê de mafê jinan bi awayek sîstematîk ditepesîne û ew ber bi tunebûna civakê ve birine. Di vê tabloya tarî de, jin bûne dengê hêz û nerazîbûnê. Divê ev deng ji aliyê civaka navnetewî ve were bihîstin.