‘Divê tu jin tundiyê qebûl neke û rabe ser piyan’

Di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ve li navenda Şengal û Sinûnê belavok hatin belavkirin

ŞENGAL- Di çarçoveya kar û xebatên 25’ê Mijdarê roja Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê  Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda Şengalê û Sînûnê li ser girîngiya rojê û danasîna TAJÊ belavok belav kir. Di dema belavkirina belavokê de jinan behsa girîngiya TAJÊ û têkoşîna li dijî tundiyê kirin.

Têkildarî mijarê jinên ku cihê xwe di belavkirina belavokan de girtin, ji ajansa me re axivîn û li dijî tundiya li ser jinan banga xurtkirina têkoşînê kirin.

‘Em ê her dem têkoşîna xwe bilind bikin’

Endama Meclisa Xweser a Şengalê Bahar Şengalî diyar kir ku ji ber tundiya li ser jinan belavokên li dijî tundiyê girîngiya têkoşînê, belavok belav dikin û wiha got: “Dê 25’ê Mijdarê jî meşeke girseyî were lidarxistin. Ji bo ku tundiya li ser jinan bi dawî bibe em ê her dem têkoşîna xwe bilind bikin.”

‘Divê hemû jin xurtir tevli meşê bibin’

Endama Meclisa Xweser a Şengalê Nedo Şengalî destnîşan kir ku ew ji bo zanakirina jinan û civakê li dijî tundiya li ser jinan belavok belav dikin û ev tişt anî ziman: “Bi rastî em gelek kêfxweş in ku li navenda Şengalê li dijî tundiya li ser jinan belavok tên belavkirin. Ji aliyê din ve di 25’ê Mijdarê de em ê li dijî tundiya li ser jinan, qetilkirin û xwekuştina jinan meşeke girseyî li navenda Şengalê li dar bixin. Em bang li hemû jinan dikin ku bi xurtî tevli meşê bibin.”

‘Bila hemû jin rabin ser piyan’

Endama Meclisa Xweser a Sinûnê Mehran Silêman bal kişand ser armanca belavkirina belavokan û ev tişt got: “Li her derê jin rastî tundî û astengiyan tên, maf û hiqûqa wan têne binpêkirin. Em ji bo mafên jinan têdikoşin û bang li hemû jinan dikin bila xwe nekujin, têbikoşin.”

Endama Meclisa Xweser a Sinûnê Delal Redo jî ev nirxandin kir: “Em li dijî tundiya li ser jinan belavok belav dikin. Jin rastî her cure tundiyê tên, rastî gelek zor û zehmetiyan tên. Em tundiya li ser jinan tu carî qebûl nakin. Ez bang li hemû jinan dikim ku tundiya li ser xwe qebûl nekin û rabin ser piyan.”