Jin li dijî polîtîkayên şerê taybet têdikoşin
Jinên li kantona Minbicê dijîn diyar kirin ku polîtîkayên şerê taybet di her warê jiyanê de tên meşandin û bal kişandin ku yek ji rêbazên herî girîng ên parastin û têkoşîna li dijî şerê taybet perwerde ye.
SÎLVA EL-ÎBRAHÎM
Minbic- Jinên ku li Kantona Minbicê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, rastî êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdawî wî tên diyar kirin ku çi dibe bila bibe, ew ê her dem axa xwe biparêzin. Minbic yek ji wan cihan e ku ji derveyî bombebaran û êrişan çekdar, bi polîtîkayên şerê taybet hedef hatiye girtin. Jinên bajarê Minbicê diyar kirin ku li ser jinan û tevahî civakê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin û dan zanîn ku ew ê li çand û jiyana xwe xwedî derbikevin.
SÎLVA EL-ÎBRAHÎM
Minbic- Wekî tê zanîn gelek awayên şer hene û di pêvajoyên şeran de xwe didin der. Çi ji aliyê bandorê ve çi jî ji aliyê hejmara windahiyan ve, şerê leşkerî, aborî, siyasî derûnî û hwd. gelek texrîbatan bi xwe re tîne. Tevî van hemûyan rêbazek şer heye ku bi awayê veşarî tê kirin ev jî şerê taybet e. Ev şer yek ji awayên herî xeter ên şeran e û bandora wê li ser mirovan gelek xirab e.
‘Hêzên kapîtalîst bi rêbazên şerê taybet civakan ji cewherê wan derdixin’
Rojnamevana di radyoya Sacûr FM de dixebite û di heman demê de endama Yekitiya Rewşenbîran a li kantona Minbicê Sîlvana Mihemed li ser vê mijarê got: "Şerê taybet gelek cureyên wê hene ji aliyê desthilatdaran ve li ser civakan tên meşandin, yek jê jî huner. Hêzên kapîtalîst, armanc dikin ku bi riya şerê taybet civakê ji cewherê wê derxin û çi teşeyê dixwazin li ser mirovan ferz dikin. Hinek nimûneyên berbiçav hene mîna fîlmên xiyaneta hevjînan, madeyên hişbir û hwd. Wan fîlmên ku di wan de ‘têkoçûna exlaq’ heye ji bo ku bikin beşek ji jiyana me ya rojane her dem li ser ekranan tên weşandin. Bi stranên bêwate û naveroka wan vala dixwazin ciwanan bixapînin û ev bi xwe kareseteke civakî ye ji ber ku ciwan beşa herî çalak in di civakê de. Îro roj tişta bala ciwanan dikşîne model û trend in. Ev yek wan ji cudabûnê dûr dixe."
Der barê awayên sekinandina li hember vî şerî de Sîlvana Ehmed got: "Sekna li hemberî vî şerî pêwîstiyeke li dijî civakê ji ferd tê xwestin ku xwe şiyar bike û bizanibe çi li derdorê diqewime. Her wiha bi tu awayan li pey tişta ku kapîtalîzm diyar dike neçe. Divê her kes bi nirx û çanda xwe ya civakî serbilind be û li ser kokên xwe yên dîrokî lêkolîn bike û biparêze."
‘Pir zû encam digre’
Endama Akademiya Jineolojiyê Mêrvet Mehmûd behsa metirsiya şerê taybet kir û got: "Gelek şêwazên şer hene dîrok bûye şahidê wan yek jê jî şerê taybet e ku xeternaktir e. Ev rêbaza ji ber ku bi awayê veşartî û şêwazeke nerm tê kirin, li ser civakan bandorê çêdike. Di serdema niha de bi riya teknolojiyê, şerê taybet belav bûye."
Mêrvet Mehmûd behsa rêbazên ku kapîtalîzm bi kar tîne kir û wiha domand: "Kapîtalîzm cins weke yek ji şêwazên şerê taybet bi kar tîne. Bi wê hewl dide exlaq bihelîne bêyî ku bikeve şerê germ. Îro roj em dibînin bûyerên destdirêjiyê bûne mijareke normal û kesên destdirêjiyê dikin nayên cezakirin. Berovajî wê jin tên tewanbarkirin ji ber cilên xwe û awayê danûstandinê. Bi bi wê yekê tecawiz tê meşrûkirin. Weke Akademiya Jineolojiyê lêkolînên me herî zêde li ser civak û jinan in bi taybetî in jî bi riya pêşxistina çand û bîrdoziyê. Her wiha pênasekirina jinan, rastiya wan û civakê bi rastiya desthilatdariyê re. Li milekî din jî em kar li ser pêşxistina çanda exlaqî û nirxên civakî dikin. Bi vê yekê jî jin dikarin ji van şeran bi kesayeta xwe ya zana û azad xilas bibin."
‘Ji bo parastinê pêwîstî bi perwerdeyê heye’
Endama Buroya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser Rîm Derwîş got: "Şerê taybet ji aliyê dewletên kapîtalîst ve tê birêvebirin ji bo mêjiyê mirovan bihelîne. Bandora wê zêdetir li ser beşa ciwanan heye. Ev yek jî bi riya huner zayendî û sporê pêk tê. Spor ji bo bedeneke saxlem e lê belê dewletên kapîtalîst sporê ji bo armancên xwe yên xirab bi kar tînin. Em dibînin çawa bi lîstikên maç û sporên navdewletî mêjiyê ciwanan dişûn. Kapîtalîzm gelek sûdê ji sporê dibîne. Kesên fûtbolê dişopînin pereyê gelekî zêde didin ji bo karta derbasbûnê bi dest bixin. Bi vî awayî dewletên kapîtalîst hewl didin ciwanan û civakê ber bi siyaseta xwe ve bibin."
Rîm Derwîş bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje ku riya rizgarî û parastina ji polîtîkayên şerê taybet perwerde ye û wiha got: “Perwerde ji bo mirovan, weke av, xwarin û oksîjenê ye, bê perwerde jiyan nabe. Ji bo mirov xwe ji polîtîkayên mêtinkar û netewe dewletan biparêze çand, ji bo gel û civak xwe ji kampanyayên ku bi wan hewl tê dayîn koka ziman û dîrokê ji holê were tunekirin û civakan asîmîle û îmha bikin biparêzin jî; perwerde pêwîst e.”