Du jinên ji du nifşên cuda şerê ku şahidiya wê kirine vegotin

Du jinên Rojhilat ên ji du nifşên cuda ne hem têkoşîna ku dane hem jî şerê ku bûne şahidê wê anîn ziman û gotin: “Şerê me yê esasî li dijî desthilatdariya ku bi milyonan kesan qetil kirine ye.”

AMÎRA MOHAMMADÎ

Sine – Em di rojên ku her diçe pevçûn û şer giran dibe de dijîn. Şerê ku bi aqilê mêr tê meşandin, zemhetiyên ku  jin û zarok dijîn her diçe zêde dibin. Du jinên ku li Rojhilatê Kurdistanê dijîn û ji du nifşên cuda ne behsa şerê ku dîtine û têkoşîna xwe kirin.

Mestûre Azar a ku bûye şahida şerê di navbera Îran û Iraqê yê di navbera salên 1980-88’an de got:

“Em di şerê Îran û Iraqê de li gundê Barar Azîz, ê li ser sînor bûn. Em girêdayî Qesrî-i Şirîn bûn. Gundê me bi çemekî ji Iraqê qut dibû û cihekî nêzî şer bû. Sala ku şer dest pê kir em her dem di bin êrişan de bûn. Gelek niştecihan gund terikandibûn lê me û gelek xizmên me gund neterikandin. Rojek li ber çavên me 3 gundî mirin, ji ber vê me biryar da em gund biterikînin û em çûn gundê Şîrînabê. Em li wê derê 2 meh man, rewş hinek asayî bû. Me ajalên li gund anî Şîrînabê lê li wê derê jî êrişan dest pê kir û di demeke kurt de helîkopter hatin ser serê me. Dema helîkopter daketin gel ditirsiya. Di kêliyekê de bi matmayî me dît ku sê jin ji helîkopterê daketin, hemû gel kom kirin û ji wan re gotin ‘netirsin, asayî bin, em ê biçin û bi wan re biaxivin, em ê wan qaneh bikin wê we rehet berdin.’ Dema ku zivirîn û ji wan re gotin ew ê wan rehet berdin operasyona bombeberanê dest pê kir û hemû mal bi erdê re bûn yek.

Me li jêrzemîna malekê xwe veşart

Em daketin jêrzemîna malekê û me xwe li wir veşart. Dema ku dinya tarî bû hinekan mirovan kesên emir mezin û zarokan li ser pişta xwe birin. Ez jî neçar mam dapîr û bapîrê xwe bigrim ser pişta xwe bibim. Me gund derbas kir û em gihîştin rûbarê Alvandê. Çend saet em li wê derê man û paşê bi şev ji seat heftan heya şeşê sibehê em bênavber meşiyan. Piştî meşa bi saetan em gihîştin Kol Dawud. Li nêzî herêma Kol Dawud goristanên şehîdên Yarsanî hene. Gelek kes ji cihên cuda reviyabûn û li wir kom bûbûn. Ewqas xirab bû ku kes nikaribû alîkariya kesek bike. Zarok li paş diman, dayikan zarokên xwe winda dikirin, malbat ji hev cuda dibûn. Tê bîra min, zilamek emir mezin li paşiyê mabû nikaribûn wî bi xwe re bibin û piştî çend rojan tenê hestiyên wî dîtin. Ji ber kûçikê wî ew xwaribû.”

‘Nîv tazî em li ser riyan bûn bi lingên pêxas dimeşiyan’

Mestûre Azar anî ziman ku di nava wan de jinên ducanî jî hebûne û bêyî ku xizmeteke tendirustiyê hebe li çolan jinan zarokên xwe anîne dinyayê û wiha domand: “Dema ku me Şîrînab terikand pêlavên me û cilên me yên guncav tune bûn. Em bi lingên pêxas di wan riyan de meşiyan û tu xwarin tunebû. Bêyî ku dayika min ferq bike ez vegeriyam malê. Çend nan min di nava etekê xwe de veşart û bi lezgînî ji bo vegerim gel malbata xwe derketim rê. Li ser rê mayîn hebûn min xwe ji wan mayînan xilas kir û gihîştim malbata xwe. Bi wê nanê zuha demeke kurt min xwe û kesên din têr kir.

Li Kol Dawudê me hewl dida em bigihîjin qadekê. Dema em gihîştin wir, her kes ji kesên li malbata xwe digeriya. Li wê riyê em rastî seyareyên ku cenazeyên mirovan tê de bûn, hatin. Li ber çavên min gelek kes bi mayînan mirin.”