Rûken Cemal: Operasyona Ewlehiya Domdar pêwîstiyek bû
Berdevka Ragihandina YPJ’ê Rûken Cemal Operasyona Ewlehiya Domdar nirxand û got: "Di dema ku cîhan bi şerên Rojhilata Navîn re mijûl e û herêm ji nû ve tê dîzaynkirin, lidarxistina Operasyona Ewlehiya Domdar pêwîstiyek bû."
SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Operasyona Ewlehiya Domdar a ku di 6’ê Mijdarê de dest pê kiriye, di roja xwe ya sêyemîn de didome. Der barê du rojên derbasbûyî û armancên operasyonê de berdevka Ragihandina YPJ’ê Rûken Cemal ji ajansa me re axivî.
Li seranserê sînorê Iraq-Sûriyeyê Operasyona Ewlehiya Domdar hat destpêkirin
Rûken Cemal got ku du rojên Operasyona Ewlehiya Domdar bi paqijkirina 200 gundan di robera 100 km. de bi dawî bûye û wiha bîlançoya wê parve kir: "Di nava du rojan de zêdetirî 50 çete û endamên şaneyên wan hatin girtin. Hejmareke zêde ji çek û cebilxaneyan hatin desteserkirin, gelek amûrên cuda yên teknîkê yên îstîxbarat û agahîgirtinê hatin desteserkirin. Bi taybetî di roja duyemîn de tunel û baregehên ku çeteyên DAIŞ’ê li herêmên çolwar kolandibûn, hatin bêbandorkirin.
Şêniyên gundên derdora Holê jî gelek bi şervanan re bûn alîkar, li ser vî bingehî gelek endamên DAIŞ’ê ku gelek gund û rûberên çolî yên berfireh, ji xwe re weke baregeh bi kar dianîn hatin girtin. Çeteyan li wan deran gelek gef li jiyana gel dixwarin, malên wan talan dikirin, riya rêwiyan dibirîn û diziya wan dikirin. Çeteyan li ser xelkê ferz dikir ku yan ew ê bibin endamên wan an jî wê wan qetil bikin."
Planên êrişên li ser Kampa Holê û zindanên DAIŞ’ê
Rûken Cemal da zanîn ku DAIŞ êrişên dewleta Tirk ji xwe re weke palpişt bi kar tîne û wisa xwe bihêz dike û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Bihêzbûna DAIŞ’ê li herêmên çolistanê, sedema wê ya yekem êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê ne. Ji ber rastiyeke wisa heye ku di dema êrişên dewleta Tirk de hêzên me bi erka parastina herêmê radibin. Tevî ku di van rojan de êrişên pir dijwar û giran li ser herêma me hebûn û tevî ku gelek xeteriyên cidî heta niha jî hene lê xetera ku DAIŞ careke din zindî bibe heye lewra pêwîst e operasyonên wiha xurtir bibin. Tevî êrişên li ser herêma me jî pêwîst bû ku em operasyonê dest pê bikin ji ber ku DAIŞ’ê ji van herêmên çolî êriş dianîn ser gelê me û mirov qetil dikirin.
Planên çeteyan ji bo êrişan li ser Kampa Holê û zindanên DAIŞ’ê jî hebûn. Ji lewre di vî warî de gelek êriş ji aliyê hêzên me QSD’ê ve hatin têkbirin. Her wiha çalakiyên taybet ên çeteyan ji hêla hêzên ewlekariya YPJ’ê ve hatin astengkirin. Li ser bingeha paqijkirin û kontrolkirina zindîbûn û xetera DAIŞ’ê operasyona me li derdora gundên başûr û bakurê Holê di rojên destpêkê de hat destpêkirin û bi encam bû. Ji ber ku bi hezaran ji hêzên me yên QSD YPJ’ê bi piştgiriya Hêzên Koalîsyona Navdewletî û bi beşdarbûna tîmên îstîxbara Iraqê hemû hedefên hevbeş hatin girtin. Operasyon bi awayekî pispor û taybet ji bo ku zirarê bi tu awayî nede kesek didome."
'Operasyona vê carê tenê bi kampa Holê re bi sînor nema'
Rûken Cemal li ser girîngiya lidarxistina operasyonê di vê wextê de wiha got: "Cîhan giştî bi şerên li gelek deverên cuda yên Rojhilata Navîn re mijûl e, li vê derê behsa dîzayinkirina nû ya herêmê tê kirin. Bi taybetî herêma me jî di nava vê planê de cih digre û ev yek ji êrişên dewleta Tirk diyar dibe. Êrişên rojane li ser herêma me didomin. Cîhan niha bi şerên li Rojhilata Navîn re mjiûl dibe û ev ji DAIŞ’ê re bû fersendek ku bikaribe careke din xwe çalak bike û vê pêvajoyê ji xwe re qezenc bike û bikaribe xwe bigihîjîne malbatên di Kampa Holê û zindanên ku çeteyên wan tê de ne, careke din xwe çalak bikin. Ji lewre vê carê me operasyona xwe bi Kampa Holê re sînordar nehişt, me gundên başûr û bakurê Kampa Holê girt nava operasyonê. Xetera heyî îro Kampa Holê derbas dike, ji lewre pêwîstî bi Operasyona Ewlehiya Domdar hat dîtin."
'Lêgerîna li jinên Êzidî didome'
Rûken Cemal rola behsa YPJ’ê di operasyonê de û her wiha lêgerîn û rizgarkirina jinên Êzidî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "YPJ bi awayekî çalak di hemû eniyên operasyonê de cih digre. Bi baldariya li hemberî hemû malbat û jinan ku ji bajar gelek dûr in û dibe ku me nas nakin jî em operasyonê birêve dibin. Di vê operasyonê de jî YPJ roleke aktîf û pêşeng lîst. Ji lewre di vê operasyonê de jî xebatên me yên lêgerîna li jinên Êzidî didome û bi vê baldariyê jî hêz û şervanên me di tevgerê de ne. Jinên Êzidî li ku derê bin jî lêgerîn û rizgarkirina wan erka me ya sereke ye. Em li ku wan bibînin em ê wan vegerînin Şengalê. Li hemberî her awayî êrişên dewleta Tirk û çalakiyên zindîbûyîna DAIŞ’ê, em ê her dem rola pêşengiya parastinê bi awayekî pispor û hesas bilîzin. Em ê hemû hewldanên ji bo têkbirina ewlehî û aramiya herêmê bi riya operasyonên taybet têk bibin."