Li Xezayê derbasbûna alîkariyan tê astengkirin
Li Zîvala Xezaya ku alîkarî tê astengkirin, jin bi taybetî di komele û saziyan de xebatên aktîf dimeşînin. Jin diyar dikin ku divê pêdiviyên lezgîn bên bicihanîn.
REFÎFÎ ISLÎM
Xeza – Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve êrişên xwe yên li ser Zîvala Xezayê didomîne. Jinên ku bi awayekî aktîf xebatên alîkariyê pêk tînin, dibin hedefa êrişan. Hala Aşûr ev nêzî 17 sal in di gelek rêxistinan de, di nav wan de Komeleya Ciwanên Pêşerojê Save, Heyva Sor a Filistînî û Xaça Sor de, bi dilxwazî dixebite. Hala Aşur a ku ji destpêka êrişan heta niha li qadên alîkariyê dixebite diyar kir ku şert û mercên wê jî weke her kesî zehmet e.
‘Hemû beşên civakê pêwîstiya wan bi xizmetan hene’
Hala Aşûr wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em wek grûp di rewşek wiha de alîkariyan pêşkeş dikin. Xizmetên me di navbera xwarin, tenduristî, perwerdeya tendirûstiyê ya bê pere pêşkeş dikin. Bi taybet ji bo başkirina derûniya zarokên di rewşên zehmet re derbas bûne û nayên tehmulkirin de em dibin alîkar. Welatiyên li Xezayê beriya şer alîkarî wernedigirtin ji ber xizanî pir e. Min di karê xwe yê alîkariyê de karîbû bighêjim jinên temenmezin. Çi zarok, jin û heta mêr ji ber jêdera debara xwe wenda kirine, hemû beşên civakê pêwîstiya wan bi xizmetan hene, û ti awayên din ji bo debara malbata wan tune ye. Alîkariyên tên pêşkêşkirin jî têra van beşan nake."
‘Metirsî heye ku birçîbûn berdewam bike’
Hala Aşûr dibêje ku kedkarên jin ên di warê belavkirina alîkariyan de kar dikin rastî gelek zehmetiyan tên, ji ber li Xezayê çi cîhek bi ewle tune ye. Her wiha destnîşan kir ku zehmetiya veguhestinê ji ber alav tune ne û eger hebin jî gelekî buha tev digerin û wiha pêde çû: “Madeyên xwarinê yên di kartonan de astengiyeke sereke ye. Xelk ji xwarinên di qutîkan de mîna fûl û bazelya tengav bûne ji ber wê ez bang li aliyên berpirsyar dikim ku cureyên goşt jî bixin nav de mîna masiyên Tûna yên di qutîkan de û fêkiyên di qutîkan de û hwd ji madeyên sûdê li bedenê dikin.
Bi hezaran nexweş li Zîvala Xezayê hene nexweşiyên kêmbûna xwarinê bi wan re hene bi taybet di dema şer de. Metirsiya li cem min jî ew e ku qedexekirina derbaskirina xwarinê ji bo Xezayê berdewam bike û birçîbûn belav bibe. Pêwîstiya Xezayê niha bi derbasbûna hin beşên xwarinê mîna goşt û sebzeyan heye. Ji ber bedena welatiyan li Bakurê Xezayê nexweşiyan digrin û dibe ku demek dirêjtir xwe ranegre."
‘Pêwîstî bi xizmetên tendirûstiyê heye’
Hala Aşûr hişyarî da ku hebûna kedkarên jin di warê alîkariyan di meydanê de girîngiyeke wê ya mezin heye û destnîşan kir ku tişta herî zêde pêwîstiya jin û zarokên keç bi wan heye. Hala Aşûr di dawî de got ku pêwîstî bi xizmetên tenduristî, derman, madeyên paqijiyê, xwarin û dermanên taybet ji bo jinên ducanî û jinên şîr didin heye.