Di sala 2025’an de li cîhanê 117,3 milyon kes bi darê zorê koçber bûn

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ji dema avabûna xwe ve heta niha bi krîza herî bi xeter re têdikoşe. Di sala 2025’an de 117,3 milyon kes ji neçarî koçber bûn ku ev hejmar bi qasî nifûsa komara Kongoya Demokratîk e.

Navenda Nûçeyan – Ji ber pevçûnên çekdarî, krîzên aborî û guherîna avhewayê, mirov neçarî koçberiyê dibin. Vê tabloya ku ji ber zextên li ser civakan didomin û qelsbûna qada navnateweyî çêbûye, encamên xirab der barê mirovan de bi xwe re tîne. Pispor hişyarî der barê krîza penaberiyê ya domdar de dikin.

Li cîhanê heta niha krîza koçeriyê ya ewqas zêde nehatiye dîtin

Komîseriya Bilind a NY’ê bal kişand ku di sala 2025’an de li tevahiya cîhanê hejmara kesên bi zorê ji cihên xwe hatine derxistin nêzî 117,3 milyonî ye û diyar kir ku ji dema ava bûye ve heta niha krîzeke wiha nedîtiye. Komîseriyê da zanîn ku vê hejmarê tenê di deh salên dawî de bûye du qat, bi vê ve girêdayî di fînansmaniya alîkariya mirovî de jî kêmbûn çêbûye.

UNHCR’ê da xuyakirin ku pevçûnên çekdar, siyasîbûna zagonên ji bo îltîcayê, zêdebûna polîtîkayên ku koçberan dipejirînin û kêmbûna çavkaniyên desteka madî ya ji bo penaberan tê dayîn, bûne sedem ku stratejiyên li ser mijara penaberan ji û ve di çav de werin derbaskirin.

Komîseriyê her wiha bal kişand ku di deh salên dawî de li Sûriye, Yemen, Sûdan, Ukrayna û Myanmarê, pevçûn dijwartir bûne, li beşên berfireh ên Efrîqayê bêîstîqrariyê ji nû ve dest pê kiriye û da zanîn ku guherîna avhewayê jî çavkaniyên xwezayî ku riya debarê ne texrîb kiriye û mirov neçarî koçberiyê mane.

Yek ji mînakên şênber ên guherîna avhewayê kêmbûna ava Gola Çadê ye

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin mînaka herî şênber Hewzeya Gola Çadê ye û hat gotin ku yek ji cihên herî zêde ji guherîna avhewayê bi bandor bûye ev der e. Gola Çad a ku yek ji golên herî mezin a ava şirîn e, bi kêmbûna avê re, li Çad, Kamerûn û Nîjerê bi milyonan mirovan zirarê dîtine û ev yek bûye sedema guherîna hawirdorî û aborî, pêşî li pêla koçberiya mezin vekiriye.

Raporên ku berê ji aliyê tora Barometreya Ereb ve hatibûn weşandin, nîşan didin ku ji sisê yek nifûsa welatên Ereb dixwazin koçberî derveyî welat bikin. Di navbera sedemên vê meyldariyê de krîzên aborî yên her diçe kûr dibin, zextên siyasî, fikarên ewlehiyê û sînorbûna derfetên perwerdeyê hene. Vê meyla ku zêde dibe nîşan dide ku bawerî bi çêbûna îstîqrarê nemaye.

Bi zêdebûna gotinên li dijî biyaniyan û qelsbûna girêdana bi rêgeza mafên pebaberan a navneteweyî re, rewş tevlîhevtir dibe. Vê rewşê bi taybetî li DYE’yê zêde xwe dide der. Rêveberiya DYE’yê biryar girt ku di sala 2025’an de ku salên berê hejmara penaberên ku dihewand 100 hezar bûn, kêm bike û daxîne 7.500 kesan. Vê kêmbûna berbiçav, guherîneke di polîtîkayan de nîşan dide û nîşan dide ku li dijî zoriyên zêde dibin, pergala navneteweyî nikare ji pêdiviyên penaberan re bibe bersiv.