Komîn ji nû ve tên sazkirin: Bingehê demokrasiyê tê bihêzkirin

Cîgira hevseroktiya Encûmena Cîbicîkar a kantona Firatê Mizgîn Xelîl ku da zanîn ku komîn bingeha avakirina sazûmaniya civakî û rêxistinî ye diyar kir ku bi riya sereraskirina komînan dê binesaziya xwe ya rêxistinî û jiyana civakî bihêz bikin.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku 12 sal in weke pergal li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin, demek e dest bi xebata sererastkirin pergala komînan kiriye. Li ser vê bingehê jî konferansên komînan tên lidarxistin.

Têkildarî xebata ku li seranserê kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin, cîgira hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a kantona Firatê Mizgîn Xelîl ji ajansa me re axivî.

‘Sazûmaniya civakî û rêxistinî bi komînan pêkan e’

Mizgîn Xelîl komînan bi gotina “şaneya herî girîng a rêxistinkirina civakê” pênase kir, wiha got: “Pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xwe dispêre projeya Rêber Apo ya neteweya demokratîk. Ji bo vê jî weke lingekî sereke yê vê pergalê, rêxistinkirin û avakirina pergala komînan e. Ger mirov pênaseyek bide komînan, em dikarin teqez bikin ku ew sîstem û şaneya herî girîng a rêxistinkirina civakê ye. Ji bo vê jî komîn zemînê herî bingehîn ê avakirina sazûmaniya civakî û rêxistinî li ser tê çêkirin. Di heman demê de komîn rêxistinbûna herî şênber a ku jiyana hevbeş û komînal dide meşandin, hemû beşên civakê digre nava xwe.”

‘Li dijî ferdperestî û parçebûna civakê komîn alternatîfek e’

Mizgîn Xelîl bilêv kir ku sîstema komînan siyaseta demokratîk û jiyana exlaqî û polîtîk misoger dike, nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Di vê cîhanê de tê zanîn ku dewlet û hişmendiya wê ya netew-dewlet hegemonyaya xwe li ser parçekirina civakê daye meşandin. Ji bo vê jî ferd ji civakê hatiye qutkirin û civak rewşa parçebûnê dijî. Li dijî vê sîstema desthilatdar û hegemon, pergala neteweya demokratîk û bi taybetî jî sîstema komînan weke alternatîf xwe dide der. Li dijî hişmendiya netew-dewlet a parçekirina civakê, komîn civakê komî serhev dikin û mantiqê ku ferd bê civak nabe û civak bê ferd nabe ava dike û dide teyîsandin. Lewre jî pergala me dijberiya hemû pergalên desthilatdar, hegemon û serdest dike. Li gel me komîn şaneya bingehîn a pergala me ye, di heman demê de navenda siyaseta demokratîk, rêxistinkirina jiyana exlaqî û poltîk e. Ji bo vê jî komîn xwedî girîngî û wateyeke di vê astê de ye.”

Mizgîn Xelîl diyar kir ku tevî hemû şert û mercan, komîn bûne cihê ku gel xwe bispêre wan û wiha berdewam kir: “Ji sala 2014’an ve sîstema komînan tê meşandin. Di van salan de ku Rêveberiya Xweser her dem di nava gef, êrîş û rewşên awarte de bû, komîn tevî vê yekê jî bûn cihê ku gelê me xwe bispêre û sûdê ji wan bigre.”

‘Em pergala xwe zindî dikin û ji hişmendiya serdest diparêzin’

Mizgîn Xelîl li ser xebata ku dane meşandin, ev xal anîn ziman: “Me ferq kir ku binesaziya rêxistinî ya komînan lewaz e û hê jî negihîştiye asta ku tê xwestin. Bi wateyeke din komîn weke beden hene lê divê em ruh bidin vê bedenê û di nava civakê de zindî bikin. Di vê çarçoveyê de me weke Rêveberiya Xweser biryar girt ku em komînan sererast bikin û xebateke wiha bidin meşandin.”

Mizgîn Xelîl tekez kir ku xebata wan ji bo sererastkirinê ye, di berdewama axaftina xwe de teqez kir ku ew bi vî rengî pergala xwe ji hişmendiya desthilatdar û hegemon diparêzin û got: “Em pergalên navendî rexne dikin û napejirînin, ji bo ku em jî bikaribin pergala xwe ji vê hişmendiyê biparêzin pêdivî pê heye ku komîn bi hemû pirsgirêk, çareserî û biryarên civakî re mijûl bibin. Yanî divê ku komîn di asta rêveberiya xwecihî de werin birêxistinkirin û çalakirin. Niha xebata konferansên komînan tên meşandin ji bo ku pirsgirêk werin tesbîtkirin û li gorî wê jî çareserî werin dîtin.”

‘Komîn derfeta avakirina jiyana komînal û hevbeş e’

Mizgîn Xelîl bal kişand ser komîteyên ku komîn li ser tên birêxistinkirin ku bi taybetî bal kişand ser rola jinan û wiha got: “Komîn di nava xwe de gelek komîteyan digrin ku komîte li gorî pêdiviyên civakî hatine avakirin. Lewre jî komîteya lihevanînê (silh) divê ku yekser bi pirsgirêkên girêdayî taxan re mijûl bibin û bibin riya çareseriyê. Di heman demê de komîteyên xizmetguzarî, perwerde û fêrkirinê. Li aliyekî din komîteya jinan heye ku xwedî girîngiyeke mezin e divê jin bi riya vê komîteyê sîstema xwe ya xweseriyê ava bikin û ji hemû jinên taxê re bibin palpişt. Komîn derfeta herî mezin a avakirina jiyana hevbeş, komînal û demokratîk e.”

‘Emê bi komîteya xwe ya nû çanda hevjiyana azad misoger bikin’

Mizgîn Xelîl bi gotinên; “Em bi komîteya hevjiyana azad guhertina hişmendiyê, zêde dikin” wiha behsa vê mijarê kir: “Piştî şopandin û xebatên hatin meşandin, me girêdayî rêxistinbûna komînan di hevpeyamana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de komîteyeke nû ku komîteya Hevjiyana Azad e zêde kir. Ev komîte dê xebata wê di çarçoveya guhertin û veguhertina hişmendiya civakî de be. Li şûna hişmendiyeke paşverû, zayendperest û serdest em bikaribin zihniyet û jiyana hevbeş, azad û komînal ava bikin û çanda hevjiyana azad misoger bikin. Ev komîte dê bibe bersiva sîstem û hişmendiya ku bi salan civakê û bi taybet jinan esîr girtine.”

Herî dawî Cîgira Hevseroktiya Encûmena Cîbicîkar Mizgîn Xelîl, wiha got: “Weke Rêveberiya Xweser armanca me ew e ku em binesaziya xwe ya rêxistinî û jiyana civakî bi riya komînan birêxistin bikin, pirsgirêkên xwe çareser bikin û lewaziyên xwe sererast bikin. Em ê bi vî rengî bikaribin xwe ji sîstemên navendî ku ji aliyekî ve tên birêvebirin biparêzin û li şûna wê pergaleke komînal a xwe dispêre civakê ava bikin.”