Li pey wan – şopa wan
Ji ber wê ye ku carna rê dibe hevrê û carna jî hevrê dibe rê. Yên ku ji bo bedewiya rê meşiyan û bi rê re bûn hevrê, bi wateya ku li jiyana xwe bar kirin ji bo me dibin rê… Lewra em li pey wan dimeşin.
BÊRÎVAN ÎNATÇÎ
Salekî derbas bû… Bi inyada pêl bi pêl weşîna pelên salnamê, kîna di dilê me de li heman cihê xwe ye. Dengê Cîhan Bîlgîn hê jî bi qasî hevoka wê zelal e: “Em li vê derê ne.” Hevaltiya Nazim Daştan jî mîna ronahiya wêneyekî hê di bîra me de ye. Her çiqas mîna ku bazdana me didome xuya bike jî, kêliya ku ew roj li Qereqozaxê rawestiya, em hê jî di dilê xwe de digirin. Li cihê ku herî dawî me ew dîtin û oxir kirin…
Rojnamegeriya heqîqetê, wêrekiyek li pişt pênûsek an jî li pişt kamerayek e. Cîhan û Nazim ne tenê weke pêdiviya pîşeya xwe; ji ber berpirsiyriya xwe ya li hemberî heqîqetê ku hebûna xwe bi vê watedar kirin, wê wêrekiyê hilgirtin. Wan henaseya gelekî ku dihat xwestin dengê wan bê tunekirin, zindî kirin. Êşa ku ji çavên zarokek diherikî, sebra dayîkek ku bi berxwedanê diqîriya, hêviya li ser riya gundekî mezin dibû, gihandin me.
Par di vê rojê de, di 19’ê Kanûnê roja ku Qereqozax û Tişrînê li hemberî dagirkeriya dijminên mirovahiyê bi dilê berxwedêrên ciwan li ber xwe dida, Nazim û Cîhana ku vê berxwedaniya dîrokî radighandin, bi êrîşên dewleta Tirk hatin qetilkirin. Du dilên ku li pey heqîqetê dimeşiyan… Cîhana delala dayîka xwe û hevala hevalên xwe, wê rojê 15 deqe beriya ku şehîd bibe, di rojnivîsa xwe de wiha nivîsand: “Dema te rê hilbijart, divê tu bi qebûlkirina bedêlê bimeşî. Em bi xwe rê ne, em rêyek in! Em ê biçin, her tim jî dê yên ku li pey me bên, hebin. Belkî astengî derkevin pêşiya me, em neghîjin, lê dema rê hebe yên ku dimeşin û dighîjin jî hene. Wek ku helbestvanê me jî gotiye sibehên xweş û ronak dê bi me yan bê me çêbibin!”
Ji ber wê ye ku carna rê dibe hevrê û carna jî hevrê dibe rê. Ewên ku ji bo bedewiya rê meşiyan û bi rê re bûn hevrê, bi wateya ku li jiyana xwe bar kirin û barê wê rakirin ji bo me dibin rê…
Lewra em li pey wan dimeşin. Bi qasî êşa ku piştî salekî hê zindî ye, lê bi ewqasî jî bi kîna li hemberî kujerên wan. Wextê me nîne ji bo şînê, êdî em ew in…
Ji ber ku yên li pey xwe şop dihêlin, bi rastî jî naçin.
Ji ber ku wêrekiya vegotina çîroka gelekî, ne bi mirinan bi yên ku wan bibîr tînin mezin dibe.
Ji ber ku valatiya ku Nazim û Cîhan hiştin ne birînek e. Bangawaziyek e ku me vedixwîne rastî û bedewiyê.
Îro salek derbas bû. Belê, em hevreyên xwe bibîr tînin. Lê bi girtina kameraya wan, bi berdewamkirina hevokên wan, bi berdewamkirina baweriya wan, em li ser riya wan dimeşin.
Li pey wan
Li pey şopa wan
Pênûsa me nivîsandinê didomîne
Û dê bidomîne…