Qeyrana xelaya avê ya Îranê didome
Dema ku guherîna avhewayê xwe di şêwaza hişkesaliyê de nîşan dide, bi rêveberiya qels a hawzê û projeyên veguhastina avê re yek dibe, li Îranê bû sedema xelaya avê ya berfireh.
Navenda Nûçeyan – Hişkesaliya dem dirêj, rêveberiya lawaz a hawzê û projeyên veguhestina avê ji perava başûr, di salên dawî de Îranê bi xelaya avê ya berfireh û li hinek herêman bi karesatên lehiyê yên wêranker re rû bi rû hişt. Ev rewş, nîşan dide ku çareseriyên yekalî û avahîsaziyê qeyranê çareser nakin û berevajî rîskên nû diafirînin.
Xelata avê, ji ber kêmbûna rezervên av ên binê erdê û rûyê erdê, hilweşandina nebatan di hewzan de û valabûna çavkaniyên herêmî ya ji ber projeyên veguhestina avê, zêdetir dibe. Pisporan, dibêjin ku ev hersê faktor, dema bi baranên zêde re dibe yek, dibe sedema lehiyê û erozyonê, lê depokirina avê ya ji bo telafîkirina hişkesaliyê misoger nakin. Her wiha, projeyên veguhestina avê ji başûr lêçûnek zêde ne, ji aliê xerckirina enerjiyê û derketina karbonê ve bargiran in û di demek dirêj de hevsengiya hîdrolîk a hewzan têk dibe.
Li gorî raporan, modela pêşveçûnê ya "li ser avahîsaziyê" binesaziya xwezayî ya hawzên avê qels dike; dema rûbetiya nebat winda dibin û ax diherike, barana giran li şûna rezervên ava binê erdê, bi awayekî zû avê ber bi çem û pergalên avdanê ve dibe. Lewma, barana demkurt nikare rezervên avê tijî bike. Tê gotin ku di bin şert û mercên aborî û avhewayê yên heyî de veguheztina avê ya dûr û dirêj, bi gelemperî nelojîk û xeternak e.
Her çend baranên payîz û zivistanê rihetiyek demkurt mîsoger dike jî, vegerandina rezervên ava binê erdê pêvajoyek demdirêje ku hewceyê înfîltrasyona domdar, kêmkirina derxistinê û kontrola erozyonê ye. Pisporan, diyar dikin siyaseta girtina kêmasiya avê, li ser bingeha barana demkurt nazik e û dê bibe sedema çerxek "qeyrana-destwerdana avahîsaziyê ya qeyrana nû". Pisporên serbixwe, pêşniyar dikin ku projeyên mezin ên veguheztina avê werin rawestandin an jî werin nirxandin û bi lezgînî veberhênan li ser vegerandina hewza avê, rêveberiya daxwazê û pergalên çavdêriya daneyan werin kirin. Bêyî van guhertinan, Îran dê di navbera hişkesaliyê û lehiyên wêranker de bidomîn.