‘Giştînameya hejmara 17’an binpêkirinek vekirî ya mafên dayik û zarokan e’
Meclisa Jinên Sûriyeyê, bertek nîşanî Giştînameya hejmar 17’an a ji aliyê Wezareta Edaletê ya Rêveriya Demkî ya Sûriyeyê ve hatiye derxistin, da û got ku biryar binpêkirina mafê dayik û zarokan e.
Navenda Nûçeyan – Giştînameya Bihejmar 17’an a ji aliyê Wezareta Edaletê ya Rêveriya Demkî ya Sûriyeyê ve hatiye derxistin, ji aliyê rêxistinên jinan û mafên mirovan ve bi tundî hate rexnekirin. Ev biryar, dayikan ji mafên welayetê bêpar dike û bi awayekî eşkere li dijî peymanên navneteweyî yên ji bo mafên zarokan û jinan e.
Meclisa Jinên Sûriyeyê, Giştînameya Bihejmar 17’an a dayikan bi tevahî ji mafê welayetê bêpar dihelê red kir û destnîşan kir ku ev biryar bi peymanên navneteweyî re nakok e. Meclisê, diyar kir ku ev giştîname rayeya dadgehên Şerîetê ya berçavgirtina berjewendiyên zarok sînordar dike, mafên zarokan binpê dike û banga betalkirina biryarê kir.
Meclisê, destnîşan kir ku di rewşên nebûna bav an jî seqetbûna wî de, divê mafên welayeta dayikê ji nû ve bê dayîn û dema ev di berjewendiya zarok de be divê bê naskirin. Her wiha Meclisê, diyar kir divê qanûnên welayetê yên tenê bi mêran re sînordare û fermanên ku dayikan vederdikin bê sererastkirin û divê rayeya dadgehên Şerîetê ya dayîna biryaran a di berjewendiya zarok de, bêyî sînorkirinên pêşwext bê sepandin.
Meclisê, destnîşan kir ku ji bo parastina malbatê û misogerkirina mafên zarokan, pêdivî bi qanûnên adilane heye. Meclisê, bang li civaka navneteweyî û rêxistinên jinan kir ku li dijî vê giştînameyê derkevin û biryara hatine girtin mîna gavek bêedalet ku mafên jinên Sûriyeyê binpê dike û azadiyên wan sînordar dike, binav kir. Meclisê, diyar kir giştîname li dijî mafên mirovan e û dibe sedema paşveçûna mafên jinan û bang li jinên Sûriyeyê kir ku ji bo parastina mafên xwe û bihêzkirina xwe bibin yek.