Di jiyana kar de jin bi cudakariya zayendî re rû bi rû tên

Nediyariya ku bi salan e didome, negirtina endaman, newekheviya mûçe, redkirina ji ber cilan û bi awayekî sîstematîk ji derfetên rêveberiyê dûrxistina jinan, tenê beşek ji zoriyên ku ku jinên li Pahevê dixebitin dikşînin.

Paveh – Li daîreyên dewletê cudakariya zayendî, girtina jinan a kar, xwegihandina terfî û wekheviya rêveberiyê, asteng dike, pirsgirêkeke xwecihî ku belav bûye ye. Ev cudakarî ne tenê bi awayek eşkere, cudahiya mûçeyan, nirxandina performansan û di nêzikatiyên rêveberiyan de bi awayên veşartî xwe dide der.

Jin tevî perwerde, ceribandin û aktîfbûnê, ji ber feraseta mêr, çanda cudakariyê û kêmaniya zagonan, di riyên pîşeyê de tên astengkirin. Heta dîtina wan a fîzîkî jî hinek deman dibe sedemê ji kar werin derxistin.

Ji ber kêmaniyên saziyên kontrolkirinê, di karê wekhev kêm mûçe de, desteknedayîna jinên ku pirsgirêkên wan ên malbatî hene, zexta li ser jinan zêdetir dike. Her çendî di daîreyên dewletê de sembola edaletê hebe jî di pêkanînan de cudakarî careke din tê hilberandin. Ji bo sererastkirina vê divê zagon di ber çavan de werin derbaskirin, sekna rêveberan were guhertin, mekanîzmayên serbixwe yên kontrolê werin avakirin.

Jiyana kar a karmendek jin a 15 salan di nava nediyariyê de ye

Hastî Kerîmî ya ku tevî li Pahevê di daîreyeke dewletê de bi tecrubeya 15 salan dixebite jî hê di kategoriya ‘mamosteyên bi peyman’ de ye, bi van gotinan bal kişand ser cudakariya zayendî û wiha got: “Li ba min sê mêran bi awayekî bi peyman dest bi erk kirin. Yek xizmên şehîdan bû ket kategoriya endamên kontenjanê. Herduyên din jî di mulakata ku li Tahranê hat kirin de bûn karmend lê belê ez ji derveyî saetên xebatê, bi hinceta min xwe nenixûmandiye hatim derxistin. Hê jî min negirtine nava endaman.”

‘Li Îranê jin rastî cudakariyê tên’

Hastî Kerîmî da zanîn ku tevî heman karî dikin jî hevpîşeyên wê yên mêr gelek zêdetir mûçe digrin û wiha got: “Mehane 6-7 milyon tumen mûçe digrim. Hevpîşeyên min ên mêr ku bi min re heman karî dikin, ji 20 milyonî zêdetir mûçe digrin. Li Îranê karmendên jin rastî cudakariya zayendî tên. Her çendî dîplomaya me û tecrubeya me ji ya mêran zêdetir be jî em di pozîsyonên rêveberiyê de tu carî nayên hilbijartin.”

Hastî Kerîmî destnîşan kir ku di saziyên dewletê de cudakariya zayendî encama zagonên nayên pêkanîn û nêrîna paşverû û çanda mêrsalar e û wiha got: “Her çendî jin bi perwerde bin û ceribandinên wan hebe, ji pozîsyonê rêveberiyê tên dûrxistin. Heta hinek zagon rasterast pêşketina me asteng dikin. Baweriyek heye ku divê erkên girîng bidin mêran.”

‘Divê jin destek bidin hev’

Hastî Kerîmî der barê pêşniyarên çareseriyê de wiha got: “Divê zagonên girtina kar di ber çavan de werin derbaskirin. Divê perwerdeya wekheviya zayenda civakî ji bo rêveberan were dayîn û avakirina saziyên kontrolkirinê yên serbixwe ji bo guherîna vê rewşê şert e. Divê ji bo jinan tor werin avakirin, em destekê bidin hev. Ev cudakarî jinan demoralîze dike, motîvasyon û berhemdayîna me kêm dike. Kêrhatiyên me li ber çavan neyên girtin, baweriya bi saziyan kêm dibe, çalakbûna di pergala civakî de dixe lêpirsînê. Ev cudakarî, îsrafa çavkaniya mirovî ye û derbeyek li dijî rêveberiya welat e.”

‘Cudakariya zayendî her roj heta hestiyên xwe hîs dikim’

Meryem Alavî di daîreyek din a dewletê de li bajarê Pahevê dixebite û cudakariya ku jiyaye wiha anî ziman: “Ev nêzî 19 salan e dixebitim. Weke jinek her roj rastî cudakariyê têm. Hinek deman em jin ji mêran zêdetir dixebitin lê belê di dawiyê de em gelek ji mûçeyê ku ew digrin kêmtir digrin û mafên wan ên civakî tunene. Ev rastiya bi êş motîvasyona me tune dike. Ez 44 salî me û tevî tecrubeyên min ên 19 salan, niha mehane ez 13 milyon tumen mûçe digrim. Mêrên hevpîşeyên min ku di heman pozîsyonê de ne, ji min 7-8 milyon zêdetir mûçe digrin. Ev cudakarî ne ji ber performans û tecrubeyê ye, ji ber zayendê ye.”

Meryem Alavî destnîşan kir ku di şertên zor de dixebite û wiha got: “Ez dayika sê zarokan im, neçar im di navbera Pahev û Beyngan de biçim û bêm. Ev rêwîtî hem fîzîkî, hem jî ruhê mirov diwestîne. Îcar di ser de jî cudakariya xwe dispêre zayendê hebe, kar zortir dibe. Mêr wekî dixwazin cilan li xwe dikin, em jin di germahiya zêde de neçar in cilên germ û girtî li xwe bikin. Ev jî rê li ber hilweşîna bedenî û ruhî vedike. Di daîreya me de atmosfereke mêrsalar û êrîşker serdest e. Jin ne tenê ji mafên wekhev ji derfetên ji bo terfiyê jî bêpar dimînin. Tevî berpirsyariya me ya malbatê, tu îmtiyazek ji bo me nas nakin. Ger razandina sîgortayê çêbibe jî di rewşa mirinê de zarokên me ji tu mafan sûdê nagirin. Ev rewşeke bê edalet û bi êş e.”