Îsraîl li Xezayê nexweşxane û klînîkan dike hedef

Artêşa Îsraîlê hefteya borî, li Zîvala Xezayê êrîşî herî kêm 10 nexweşxane û klînîkan kir. Li herêmê ji sedî 94’ê nexweşxaneyan xisar dîtin.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê bênavber didomin. 

Rojnameya Haaretz a Îsraîl, kir nûçe ku artêşa Îsraîl herfteya bûrî li Zîvala Xezayê êrîşî herî kêm 10 nexweşxane û klînîkan kiriye. Di encama van êrîşan de navendên tenduristiyê bi temamî ji xizmetê derketine. 

Artêşa Îsraîlê di 17’ê Gulanê de ragihand ku wê Xezayê bi awayekî mayînde dagir bikin û êrîşên bejahî yên bi navê ‘Wesayîdên şer ên Gideon’ bidin destpêkirin. Li herêmên cuda yên Xezayê navendên tenduristiyê hatin hedefgirtin. Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ragihand ku hefteya borî li Xezayê li dijî navendên tenduristiyê 28 car êrîş çêbûne. 

Li gorî wezareta tenduristiyê ya Xezayê, li herêmê nêzî 400 hezar kes nikarin xwe bigihîjînin xizmetên tibî. Îdiaa kir ku Îsraîl nexweşxaneyan weke spartgeh bi kar tîne, hewl dide êrîşan rewa bike. WHO’yê di daxuyaniya 23’ê Gulanê de hat dayîn de diyar kir ku ji ber êrîşên Îsraîlê bi mehan e li Xezayê didomin de, pergala tenduristiyê li ber hilweşînê ye.  

Ji sedî 94’ê nexweşxaneyan xisar dîtine

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji sedî 94’ê nexweşxaneyên li Xezayê bi awayekî cidî xisar dîtine yan jî bi temamî hilweşiyane. Li Xezayê ji 36 nexweşxaneyan, tenê 19 mane ew jî tenê beşek wan xizmetê dide. 

Artêşa Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha di êrîşên xwe de binesaziya tenduristiyê ya li Xezayê bi awayekî sîstematîk dike hedef. Di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve heta niha de nêzî 17 hezar û 492 zarok, 11 hezar û 979 jin di nav de 53 hezar û 901 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane, 122 hezar û 593 kes jî birîndar bûne.