Kombûna Jinan a Zenûbiya ji bo guhertina civakî pêşengiyê dike
Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Dêrazor Wetîn El-Muhemed da diyar kirin ku kombûn ji bo bihêzkirina jinan û parastina mafên wan têdikoşe û xebatên xwe berfirehtir dike.

ZEYNEB XELÎF
Dêrazor – Kombûna Jinan a Zenûbiya wek dengek jinên azad û parêzvanek mafên jinan li kantoan Dêrazor li Bakur û rojhilatê Sûriyeyê xebata xwe dewam dike. Bi nêzbûna civînên meclisên herêmî yên kombûnê, girîngiya van civînan eşkare dibe ji ber ku ew wek platformek ji bo nirxandina destkeftiyên du salan ji xebatê ye. Kombûna Jinan a Zenûbiya civînên stratejîk li kantonên Reqa, Tebqa û dêrazorê li dar dixe, da ku destkeftiyên hêzdarkirina jinan belge bike û îradeyekê li dijî kêşeyên jiyanê têbikoşe.
'Di civînan de balê dikşînin ser bihêzkirina jinan'
Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Dêrazor Wetîn El-Muhemed got ku bi nêzbûna civînên birêkûpêk ên meclisê nêz dibin, em balê dikişînin ser du salên têkoşîna berdewam ji bo hêzdarkirina jinan û baştirkirina jiyana wan di bin şert û mercên dijwar de û got: "Jinan gelek hewl dane ku ji wan zincîrên ku bi salan e wan girêdayî kirine, derkevin. Ev civîn dê pêşkêşkirinek berfireh a karê kombûnê û nîqaşkirina plana karê pêşerojê û avakirina li ser tiştên ku hatine bidestxistin, di nav xwe de bigirin."
Nirxandina xebatên du salan ê kombûnê
Wetîn El-Muhemed bal kişand ser xebatên du slan ên kombûnê û wiha domand: "Di du salên borî de, kombûnê gelek çalakî lidar xistine, wek meşên li dijî şîdeta li ser jinan, beşdarbûna di bîranîna Roja Jinan a Cîhanî û meşên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan. Her wiha pîrozbahiyên Cejna Remezanê lidar xistin. Her wiha "Akademiya Jinan" wek navendeke rehabîlîtasyon û pêşxistina kapasîteyê jî hat vekirin. Her wiha komîteyên bibandor, wek komîteya Dadmendiya Civakî, Lihevhatinê û komîteya Perwerdehiyê ku beşdarî bihêzkirina jinan li ser erdê bûne, hatin avakirin. Van komîteyan di çareserkirina nakokiyan, dabînkirina piştgiriya hiqûqî û civakî û çareserkirina pirsgirêkên rojane yên ku bandorê li jinan dikin de rolên pratîkî lîstine.
'Xebatên kombûnê ser bingeha bihêzkirina jinan e'
Wetîn El-Muhemed diyar kir ku xebatên xwe ji bo azadiya jinan dê bidomînin û wiha pê da çû: "Xebatên xwe berdewam dikin ji ber ku em bawer in mafê jinan ê rûmetê û biryardanê heye. Jin ji ber adet û kevneşopiyan ji mafên xwe demek dirêj bêpar mane, lê em bawer dikin ku dengê jinan îro divê wek dengê Şahbanû Zenûbiya dengek azadî û berxwedanê, bihêz be. Jin di siyasetê de, di hevserokatiyê de û di hemû warên xebata civakî û rêxistinî de hebûna xwe îspat dikin. Ev guhertinek mezin e ku divê em biparêzin û berfireh bikin. Ji ber mîrata rejîmên zordar ji Baasê bigire heta DAIŞ'ê, em bi gelek zehmetiyan re diman. Lê bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan perwerdehiyê guhertin di civaka me de dest pê kiriye."
'Îrade û hebûna xwe îspat bike'
Wetîn El-Muhemed peyama xwe ji hemû jinan re şand û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Di çsaçoveya adetên civakê de bila jin xwe sînordar nekin û divê xwedî li îradeya xwe derkeve. Hebûan xwe wek jin îspat bike û beşdarî xebatên siyasî bibe. Niha dema şikestian bendan e û bilindkirian dengê azadiyê ye."